Li Menemenê protestoya Sûrê rastî êrîşa polîsan hat

Ciwanên li Menemenê ya Îzmîrê hewldanên qetlîamê û qedexeya kolanan a dewletê ya li ser navçeya Sûrê ya Amedê protesto dikirin rastî êrîşa polîsan hatin, 4 kes hatin binçavkirin.

Ciwanên li Menemenê ya Îzmîrê hewldanên qetlîamê û qedexeya kolanan a dewletê ya li ser navçeya Sûrê ya Amedê protesto dikirin rastî êrîşa polîsan hatin, 4 kes hatin binçavkirin.

Ciwanan li Taxa Asarlik a girêdayî navçeya Menemen a Îzmîrê, ji bo piştgiriya berxwedana li navçeya Sûrê ya Amedê ya li hember qetlîamên dewletê didomin hatin cem hev. Ciwanên li Taxa Asarlik bi dirûşmêyan qetlîamên dewletê protesto dikirin, di nav taxê de dest bi meşê kirin. Polîsên li ketina taxê disekinîn, bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş birin ser ciwanan. Ciwanan li hember êrîşa polîsan bi fîşekên hewayî û molotofan ketin xweparastinê. Di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku ciwanên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Menemenê.

Pevçûnên demekê li taxê berdewam kir, bi vekişîna polîsan bi dawî bû.