‘Kurê min qetil kirin, îşkence li bavê wî kirin’

Xizmên windahiyan ên Bakurê Kurdistanê, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Malbatan, li Colemêrg û Şirnexê hesab ji dewletê xwestin. Turkan Elçî ya beşdarî çalakiyê bû, bang kir ku “Qatilan aşkera bikin”.

Xizmên windahiyan ên Bakurê Kurdistanê, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Malbatan, li Colemêrg û Şirnexê hesab ji dewletê xwestin. Turkan Elçî ya beşdarî çalakiyê bû, bang kir ku “Qatilan aşkera bikin”.
AMED
Çalakiya xizmên windayan û Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 357'an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyolu pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Êdene Meral Daniş Beştaş, Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya û gelek nûnerên Saziyên Civaka Sivîl tevlî çalakiya vê hefteyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî. Bîlîcî diyar kir ku ew 357 hefte ne li wendayên xwe digerin û wiha got: "Windayan me bi destên dewletê hatin windakirin. Kujerên Tahîr Êlçî jî heta niha nehatine dîtin. Em ê wekî Tahîr Elçî û hevalên wî li mafên mirovan xwedî derkevin."

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî got ku peyvên ku mirov êşê pê vebêje tineye û ew tenê dixwaze kujer bên dîtin.

'DEWLET KUJERÊN ELÇÎ BAŞ DIZANE'

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî da xuyakirin ku Tahîr Elçî bi salan dosyayên xizmên winda dişopandin û wiha got: "Dixwazin qetilkirina Tahîr Elçî binuxumînin. Heta niha kujerên Elçî nehatine dîtin û dosya wî de ti pêşketin çênebûye. Dewlet kujerên Elçî baş dizane û heta niha dewlet lepirsînek nekiriye. Em dibêjin bila kujer neyên veşartin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî bal kişand ser êrîşên demên dawî yên li ser gelê Kurd û wiha axivî: "Dibêjin çima ciwan xendekan vedikin. Di salên 90'î de bavê wan, dayikên wan, apê wan hatine qetilkirin û kujerên wan ne diyar in. Divê hêrsa van ciwanan bê fêmkirin."

'YÊN ELÇÎ QETIL KIRÎN Û MIZGEFTA KÛRŞÛNLÛ XERAB KIRIN HEMAN KES IN'

Anli herî dawî got ku yên Mizgefta Kurşunlu xerab kirine û Tahîr Elçî qetil kirine heman kes in û xwest kiryarên van bûyeran bên aşkerakirin.

Herî dawî Alîkarê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî got ku dewleta xwe ji qirêjiya dîrokê paqij neke bila qala demokrasiyê neke. Ozmen diyar kir ku heya kujerên Elçî neyên dîtin wê dest ji vê dozê bernedin.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat û piştre girse belav bû.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ÎHD’ê û xizmên windahiyan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 87’an li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JİTEM û leşkeran ve hatine qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê ya ku nûnerên ÎHD’ê, rêxistinên DBP û HDP’ê û gelek welatî tevlî bûn de aqûbeta Rojhat Ozdel ê di qanûna 2014’an de ji aliyê tîmên taybet hate qetilkirin hat pirsîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê birayê Ozdel, Barzan Ozdel jiyana birayê xwe wiha vegot: "Rojhat 18 salî û xwendekar bû. Ji ber ku bavê min di girtîgehê de bû, birayê min ji bo debara malbata xwe bike di firinê de dixebitî. Dema di merasîma cenazeyê M. Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlir de ji kar derdiket ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin. Dema polîsan birayê min qetil kir, çek danîn ber serê wî û Walîtiya Colemêrgê jê re got ‘terorîst e’. Me gilî li dozgeriyê kir, lê hê jî ti lêpîrsîn nehatine kirin.” 

Ozdel herî dawî got ku wê heta dawiyê şopdarê doza birayê xwe bin.

Piştî vegotina jiyanê ya 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlîhê û xizmên windayan di hefteya 357'an de çalakiya xwe ya 'Winda bên dîtin, kujer bên darizandin' li ber Bîrdariya Mafên Mirovan ya li Kolana Gulistanê pêk anîn. Pankarta 'Winda bên dîtin, kujer bên darizandin' hat vekirin her wiha wêneyên windayan û yê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya ku li navçeya Surê ya Amedê hatî qetilkirin hat hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna Tahîr Elçî deqeyekê rêz girtinê destpê kir. 

'BILA ÊDÎ KES LI KOLANAN NEYÊN KUŞTIN'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlîhê Mehmet Bagadir daxuyanî xwend û got ku dewleta kujer ya ku hesabên kiryar nediyaran nedayî, parêzvanên mafên mirovan yên ku hesaba kujerên nediyar dipirse di kolanan de qetil dike. Bagadir anî ziman ku binçavkirina Serokê ÎHD'ê dide nîşandan ku polîtîkayên qirêj hê jî bê navber didome û wiha axivî: "Dewleta ku bixwaze demokratîk bibe, divê dîroka xwe qebûl bike. Demokratîkbûyîn, bi binçavkirina kesên dibêje dîroka xwe bibîne, pêk nayê."
Bagadir destnîşan kir ku heta dewlet dîroka xwe nebîne kiryarên nediyar wê bidome û got daxwaza wan pêşerojeke kes êdî di kolanan de neyê kuştin e. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Dayîkên Şemiyê li navçeya Cîzîr a Şirnexê, ji bo lêpirsîna xizmên windahiyan ên hatin girtin û hatin qetilkirin bipirsin cara 361. li Kolana Hunerê kom bûn. Di çalakiyê vê hefteyê de “ Albuma Windahiyan” hat vêkirin, gelek nûnerên saziyan beşdar bûn, li gel wê jî malbata Serokê Baroya Amedê û malbatên kesên ku di qedexeya kolanan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin jî beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de jiyana M.Emîn Pokun ê sala 1997’an di dawetê de ji aliyê JÎTEM ve hat qetilkirin hat vegotin.

‘YÊN KU ÊRÎŞ PÊK ANÎN DIZANIM, LÊ…’

Rêveberê MEYA-DER Veysî Dûrgût dosyaya Pokun ragihand, li ser daxwaza hevalên xwe Pokun beşdarî dawetê dibe, li vir ji aliyê endamên JÎTEM ve bi çekên lûle dirêj êrîş pêk tê û di encama vê êrîşê de M. Emîn Polun jiyana xwe ji dest da. Dûrgût diyar kir ku yên êrîş pêkanîne ji aliyê her kesê ve tê zanîn, tevî ku nav û navnîşanên wan diyar in jî, lê têkildarî bûyeran ti lêpirsînên hiqûqî heta niha nehatine destpêkirin. 

Dûrgût diyar kir ku ev hefte, hefteya Mafê Mirovan e û wiha got: “ Li ser vê xakê, bi awayek hê diyartir, li ber çavên her kesî Mafê Mirovan tên îxlalkirin.”

Piştî axaftinan, dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê ji bo malbata gerîlayê HPG’ê Ferhat Dîneklî ( Erdal Alî Çiya) yê ku di 29’ê Mijdarê li Cizîrê di encama şerekê de jiyana xwe ji dest da ziyaret bikin, ber bi navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ketin rê.