Ji rojnameyên Elman nûçeyên bêbingeh!
Rojnameyên Elman ên bi navê Tageszeîtûng Munchen û Abendzeîtûng Munchen, der barê welatparêzê Kurd Omer Kalayci yê hat girtin de nûçeyên bêbingeh weşandin.

Rojnameya bi navê ZT Munchen, ji bo Kalayci yê ku li Fransayê mafê xwe yê penaberiya siyasî heye û li Elmanyayê xwedî statuyeke qanûnî ye, îdîa kir ku 'Xwe li Elmanyayê vedişêre'.
Halbûkî Omer Kalayci ev 7 meh in li Munchenê bi hevser û zarokên xwe re dijî. Kalayci di heman demê de bi hevsera xwe re firinê dixebitîne. Rojnameyê bi gotina 'ji bo balê nekişîne li sektora xwarinê dest bi kar kiriye' hewl da ku Kalayci weke mirovekî xetere nîşan bide.
Her wiha ji bo Kalayci yê ku li Fransayê 6 sal in xwedî mafê rûniştinê yê siyasî ye, gotina 'gumanbar' bi kar anî û ev hevoka ku nîşan dide haya rojnameyê ji hiqûqa navxweyî ya Ewropayê nîne, bi kar anî: "Xuya ye Omer K. wê di demeke nêz de radestî Tirkiyeyê were kirin!"
Erka Elmanyayê nîne ku penaberekî siyasî yê ku welatekî din ê Ewropayê mafê penaberiya siyasî dayê, vegerîne. Bi tenê dikare bişîne Fransayê, ku mafê penaberiya siyasî daye wî.
Rewşeke ecêb û balkêş e ku rojnameyê, çalakiyên bombeyî yên sala 2005'an ên li Tirkiyeyê ku ti eleqeya Kalayci pê nîne, nivîsand.
Rojnameya bi navê Abendzeîtûng jî, bi nûçeyek ji heman naverokê re girtina Kalayci manîpule kir.