Qetilkirina Elçî li Lûzern hat protestokirin

Di pêşengtiya Ciwanên Azad de komek ciwan li bajarê Lûzern ê Siwîsreyê kom bû, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî protesto kir, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi çalakiyekê li bajarê Lûzern hat protestokirin. 

Di pêşengtiya Ciwanên Azad de komek ciwan li bajarê Lûzern ê Siwîsreyê kom bû, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî protesto kir, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin.

Ciwanên ku li Lowenplatz ya Lûzern kom bûn, wêneyên Elçî hilgirtin, dirûşmên bi Elmanî “ Qatil Dewlet e” û “ Terorîst Tirkiye” qîr kirin.

Di tevahiya çalakiyê de ciwana belavokên bi zimanê Elmanî ku têkildarî jiyan û têkoşîna Elçî bûn, belav kirin û bal kişandin ser qetlîamê. Diyar kirin ku qetlîam ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.