Şehîdên meha Gulanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şêniyên kantona Firatê şehîdên meha Gulanê li ser gorên wan bi vêxistina mûmam bi bîr anîn.
Şêniyên kantona Firatê şehîdên meha Gulanê li ser gorên wan bi vêxistina mûmam bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê şehîdên meha Gulanê li Pakrewangeha Şehîdan Dîcle ya başûrê Kobanê, bi vêxistina mûman bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Pişte hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Hesen Ibrahîm hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û bejna xwe bi rêzdarî ji bo giyanê wan tewand.
Hesen Îbrahîm di destpêka axaftina xwe ev tişt anî ziman: "Şehîdên me her kêliyê di dilê me de, em ê her tim li pey rêça wan bin. Em bi saya wan gihiştine vê rojê, ew nasnameya me ne, wê her tim di dilê me de jiyan bikin. Em silavên xwe ji bo Rêber Apo û şervanên di çeperên şer de ne dişînin. Em dibêjin em ê her tim têkoşînê bikin heta ku em digihêjin asta serkeftinê."
Piştî axaftinê, şêniyan berê xwe dan ser gorên şehîdan û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.