Ji KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê
Ji Hevserokatiya KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê û xwerêveberiyê ava bikin.
Ji Hevserokatiya KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê û xwerêveberiyê ava bikin.
Ji Hevserokatiya KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê û xwerêveberiyê ava bikin.
Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku faşîzma AKP’ê bi meha ne bi qedexeyên kolanan dixwaze gelê Kurd teslîm bigire. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Faşîzma AKP’ê her roj bi şêwazê Dehaq li pêş çavên bê wijdan yê cîhanê gelê me qetil dike, rêbazên faşîzma AKP’ê ji yên çeteyên DAIŞ’ê yên hov ne cudatir e. Ji heman zîhniyetê sûd werdigirin; ne dibêjin zarok, jin, kal, gelê me birçî, bê av dihêle û qetil dike. Yên ku dawî li mêtîngeriya TC bînin wê têkoşîna xendek û bendan bin, hikûmeta AKP’ê van pirsgirêkan wek dawiya xwe dibîne, bi awayek topyekun dest bi êrîşan kiriye. Beriya niha li Til Temir çeteyên wan, îro li Sûrê û li gelek cihên Bakurê Kurdistanê jî ew bi xwe êrîşên xwe zêde dikin. Li aliyekî li ser Rêbertiya me tecrîd heye , li aliyê din jî operasyonên siyasî û leşkerî li hember hemû destketiyên me bi awayek topyekun êrîşan pêk tînin. Di van êrîşan de hedef felsefeya Rêber Apo û bi berdêlên mezin destketiyên hatine bidestxistin in, çawa li Rojavayê Kurdistanê çêbû, her wiha li Bakurê Kurdistanê jî berxwedana pîroz a gelê me didome.”
KCD-E bang kir ku bi şîarên “Ji bo azadiya Rêber Apo bexwedanê bilind bikin”, “ Li hember mêtîngeriyê bijî xwerêveberî, li hember kolebûnê bijî azadî” yên ku Kurdistaniyên li Ewropa di civîna rêveberiya KCD-E de diyar kiribû, li Sûrê û berxwedana Bakurê Kurdistanê xwedî derkevin.
KCD-E wiha got: “ Faşîzma AKP’ê teşhîr bikîn û ji bo xwedî li xwerêveberiyê derkevin her jiyangehê vegerînin qadên çalakiyên demokratîk.”