Dewleta Tirkiyeyê li Bexdayê bi xwepêşandanekê hat protestokirin

Komeke ji Iraqiyan a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê kom bû xwest, leşkerên Tirk demildest ji welatê wan derkevin.

Komeke ji Iraqiyan a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê kom bû xwest, leşkerên Tirk demildest ji welatê wan derkevin.

Piştî ku Tevgera Bedr û Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el Malîkî ji bo ‘parastina serweriya Iraqê’ li dijî Tirkiyeyê banga xwepêşendanan kir û ji Serokên Şîa yên Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî xwest ku hikûmet destûrê nede serweriya welêt bê binpêkirin, xwepêşendanên li dijî hebûna leşkerên Tirk ên di Iraqê de roja duyemîn de didomin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Iraqê de hatin weşandin, komek ji Iraqiyan a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê kom bû xwest, leşkerên Tirk demildest ji welatê wan derkevin. Polîsan beriya xwepêşandanê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtin.