‘Ez bi dapîra xwe re ev 22 sal in li bavê xwe digerim!’
Dayikên Şemiyê di hefteya 559. a lêgerîna edaletê de hatin cem hev. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku 22 sal berê hat windakirin hat pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 559. a lêgerîna edaletê de hatin cem hev. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku 22 sal berê hat windakirin hat pirsîn.
Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê cara 559'an hatin cem hev û di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê beriya 22 salan hatî windakirin pirsîn. Di çalakiyê de keça Taşkaya, Serpîl Taşkaya wiha got: "Dapîra min li vê qadê li kurê xwe geriya, ez li vê qadê li bavê xwe digerim, zarokên min wê li vê qadê li kalikê xwe bigerin. Heya aqûbeta bavê min zelal nebe ev têkoşîn bi dawî nabe."
Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine winda kirin bipirsin û daxwaza faîl werin darizandin bikin, hefteya 559'an li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayîkan pankarta, "Faîl diyar in ka wenda", wêneyên xizmên wan yên di bin çavan de hatîn windakirin û qurnefîlên sor hilgirtin. Alîkarî Serokê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û malbata Berkîn Elvan jî piştgirî da dayîkan.
Di vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê beriya 22 salan li navçeya Sêwereg a Rihayê hatî windakirin hat pirsîn. Dayîkan xwest di dosyayên 'kujerên wan ne diyar' de dawî li bê cezatiyê were anîn.
'LÊPIRSÎNA DOZGERIYA ENQERE SIYASÎ YE'
Di çalakiyê de ewil kurê Abdullah Canan ê li Geverê hatiye windakirin, Tayyup Canan axivî. Canan diyar kir ku Dozgeriya Enqere li hember dozên faîlî meçhûl ên di navbera salên 2000 û 2013'an de lêpirsînek daye destpêkirin û di vê lêpirsînê de têkiliya cemaeta Fethullah Gulen tê lêkolîn kirin. Canên bilêv kir ku ev yek ne ji bo lêgerîne edaletê, ji bo hesabên siyasî hatiye kirin.
3 NIFŞ LI PEY DADÊ NE
Piştî Canan, keça Huseyîn Taşkaya, Serpîl Taşkaya axivî. Taşkaya bi bîr xist ku dapîra wê hertim li vê qadê li bavê wê geriyaye lê di cotmeha borî de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Dema dapîra min jiyana xwe ji dest dayî weke ku ez miribim. Dapîra min li vê qadê li kurê xwe geriya, ez li vê qadê li bavê xwe digerin, zarokên min wê li vê qadê li kalikê xwe bigerin. Heya aqûbeta bavê min zelal nebe ev têkoşîn bi dawî nabe."
Piştî Serpîl Taşkaya, Şehrîban Taşkaya daxuyaniya hefteyê xwend. Taşkaya destnîşan kir ku derbarê doza Nurettîn Yenîgol de, piştî biryara Dadgeha Makezagonê, di hiqûqa Tirkiyeyê de ti rê nemaye.
DI LÎSTEYA MIRINÊ DE BÛ
Taşkaya pişt re çîroka wendabûna Huseyîn Taşkaya ya li Sêweregê vegot. Taşkaya diyar kir ku ji ber ku Huseyîn Taşkaya şiddeta dewletê rexne dikir bûye hedefa dewletê û eşîra Bucakan û wiha axivî: "Dema ku bihîst navê wî di 'lîsteya mirinê' de ye mala xwe barkir Stenbolê. Dema di 6'ê kanûna 1993'an de ji bo hin karên xwe temam bike vegeriya Sêweregê, ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Dema malbat ji bo pirsa wî bike çû emniyetê, bersiva 'herin ji Sedat Bucak' bipirsin hate dayîn. Bucak jî gotiye 'Koma me girtiyê û radestî dewletê kiriye, biçin ji dewletê pirs bikin." Taşkaya got ku hemû hewldanên malbatê di vî warî de vala derketiye.
Taşkaya herî dawî daxwaz kir ku Waliyê Rihayê yê demê Ziyaeddîn Akbulut û Waliyê OHAL'ê Unal Erkan jî di nav de hemû berpirsyar werin darizandin û got "Heya aqûbeta Huseyîn Taşkaya zelal nebe, ez doz ji bo me nayê girtin."