Fîsas: Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e
Fîsas di Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê de axivî û wiha got: “Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e.”
Fîsas di Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê de axivî û wiha got: “Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e.”
Dîrektor û Avakarê Dibistana Aştîyê ya Zanîngeha Otonom a Barselona Vîcenç Fîsas di Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê ya ji aliyê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e.”
Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê ya ji aliyê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê ve li Otela Hîll a Taksîm a Stenbolê hat lidarxistin, destpê kir. Gelek partiyên siyasî, akademîsyen, hunermend, rûspî jî cihê xwe girtin, wek axaftvan jî Dîrektor û Avakarê Dibistana Aştîyê ya Zanîngeha Otonom a Barselona Vîcenç Fîsas, tecrubeyên xwe yên şer û aştiyê yên li welatên wek Ûgandayê bi beşdarvanan re parve kir.
Di konfaransê de Dîrektor û Avakarê Dibistana Aştîyê ya Zanîngeha Otonom a Barselona Vîcenç Fîsas got, “Li ser daxwaza beşdarbûna min a ji bo vê konferansê ez pir bi rûmet dibînim” û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê niha nezanînek mezin tê jiyîn, ev 30 sal in, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, niha rewşek ya şer jî tê jiyîn.” Fîsas diyar kir ku ji bo çareseriyek aştiyane, destpêkê divê pirsgirêka Kurd neyê înkarkirin. Fîsas wiha got: “ Pirsgirêkek a me heye, pirsgirêkek a me ya hevbeş heye, gava me ya yekem jî pejirandina pirsgirêkê ye. Pirsgirêka Kurd înkarkirin, ji bo aştiyê ti encaman nade. Li hemû cîhanê şer wek pirsgirêk hatine dîtin û piştre pirsgirêk hatin çareserkirin.
‘YA GIRÎNG DIYALOGA HEVBEŞ E’
Fîsas diyar kir ku di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de pêşketina diyaloga ferz e û wiha pê de çû: "Eger her du alî jî xwedî heman fikran bin, pirsgirêkên ji aliyê dewletê dikare bê çareserkirin, lê di destpêkê de hewceye ku pirsgirêkên Kurdan bên axaftin û nîqaşkirin. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd, tê wateya berdewama tevlîheviya herêmê."
Fîsas di axaftina xwe de bal kişand ser pêdiviya tevlîbûna aliyên sêyemîn û hêzên çavdêr.
ÇEK DANÎN NE ŞERTÊ DESTPÊKÊ YE
Fîsas têkildarî mijara pêvajoya muzekereyan wiha axivî: “Şertê destpêkê ne bê çekkirin e, divê wek encamê bi xwe re bîne.” Fîsas wiha berdewam kir: “ Muzakere li her cihî pêk tên. Ji nû ve destpêkirin bi biryarek giştî dikare pêk bê. Çek danîn nabe şertê destpêkê. Di ti pêvajoyan de ev pêk nehatiye. Pêwîst e wek fêkiyên pêvajoya çareseriyê derkeve holê. Divê danîna çekan wek encamekê bê bidestgirtin, ne wek şertê destpêkê. Girîngiya agirbesta yekalî divê neyê jibîrkirin. Kiryarên PKK’ê em dizanin. Li her derê agirbest bi du alî pêk tê. Agirbestên yek alî yên PKK’ê pêk anîne gavên girîng in.
'DIVÊ GUH BIDIN OCALAN’
Fîsas, li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxandin kir. Fîsas diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û daxwazên wî bên guhdarkirin.
Fîsas, herî dawî banga hewldanê ya ji bo avakirina atmosferek nû li hikûmetê, PKK'ê û civaka Tirkiyeyê kir.