YDG-H: Wê xendek neyên girtin

YDG-H diyar kir ku wê xendek neyên girtin, bang li gelê Kurd kir ku qadên berxwedan lê didome bernedin.

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger, li hember bangên têkîldarî girtina xendekan daxuyaniyek nivîskî weşand. YDG-H diyar kir ku wê xendek neyên girtin, bang li gelê Kurd kir ku qadên berxwedan lê didome bernedin.

YDG-H, ciwanên welatparêz û yekîneyên xweparastinê yên di encama êrîşên dewleta Tirk ên li hember qadên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, di daxuyaniyê de wiha got: “Em hevalê Bîlal Erdogan ê bi nasnav Botan ê ku dema li dijî çeteyên rejîma mêtinger pêşengtî ji berxwedana xwerêveberiyê ya gel re dikir li Nisêbînê şehîd ket bi mînet bi bîr tînin, di serî de ji malbata wî, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em wek ciwanên şoreşger welatparêz sozê didin ku wê xeyalê welatê azad ê hevalê Botan pêk were û wek xeta keda Hevalê Botan a daye gelê Kurdistanê em ê her tim di nav refên xwe de zindî bihêlin.

Berxwedana xweparastinê ya ev 4 meh in berdewam dike, di encama kedên pîroz ên di serî de hevalê Botan, hevalên Dîlan, Berfîn, Gelhat û Êrîş yên di oxira azadiyê de bê fikar jiyana xwe feda kirin, êdî hatiye wê astê ku nema têk diçe û hatiye wê rewşê ku pêl bi pêl li gelek qadan belav bûye.

EV BERXWEDAN RUHÊ KEMAL PÎRAN, MAZLÛM DOGANAN E

Hevalên me yên di berxwedana me de şehîd ketine wek berxwedana li hember wehşeta DAIŞ’ê ya hevala Arîn Mîrkan li Kobanê, ji bo qadên azad ên Bakurê Kurdistanê nekevin li dijî DAIŞ’a rastî çeteyên Qesra AK bi lehengî li ber xwe dan. Ev berxwedana me rûhê ku Kemal Pîran, Mazlûm Doganan nûnertiya wê kirine ye.Û wê ti carî têk neçe, bi berxwedanê wê mezin bibe û wek li Kobanê, wê serketin di pêşengtiya ciwanên Kurdistanê de bibe ya gelên Kurdistanê.

DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊ MIROV BIKIN

Di operasyonên ku rejîma mêtinger li hember qadên me yên xwerêveberiyê daye destpêkirin, her diçe zêdetir derbeyan dixwe û ji ber tirsa ji berxwedana me bi awayekî bê perwa êrîşî jiyangehên sivîl dikin. Bi van êrîşana dixwazin Kurdistanê bê mirov bikin.”

WÊ ÎRADEYA CIWANÊN APOYÎ TI CARAN TESLÎM NEBE

YDG-H’ê di daxuyaniya xwe de têkîldarî bangên girtine xendekan jî bersiv da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku xendek li dijî polîtîkayên mêtingeriyê xweparastin e, hate diyarkirin ku bangên wiha ti nirxên xwe yên siyasî tinene. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Di demên dawî bi taybet li ser tevgera me di rêya propagandaya ‘Medyaya Qesrê’ bangên girtina xendekan tên kirin. Em vê aşkera bikin ku di pêvajoyek ewqasî êrîş pêk tên de, ev bangana ne xwedî ti nirxên siyasî ne. Pêwîst e her kes bizanibe ku xwestina girtina xendekan, ji bo ciwanên Kurd tê wateya, ‘xwe teslîmî dewleta Tirk a mêtinger bike’ ye. Kesên xwe di paşerojê de teslîmî mêtingeriyê kirine, bila baş bizanibin ku wê îradeya ciwanên Apoyî ti carî teslîm nebe. Gelê Kurdistanê yê welatparêz baş dizane ku ev bangana yên kesên ku koletiyê dikin e û her diçe jî berxwedan bilindtir dibe. Jixwe berxwedana li Cizîrê û Geverê destpê kir, îro li Kerboran û Sûrê bi awayekî bi heybet berdewam dike.”

EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TI HÊZ BIKEVIN QADÊN XWERÊVEBERIYÊ

YDG-H di daxuyaniyê de herî dawî bang li gelê Kurdistanê kir, ev gotin: “Gelê Kurdistanê barîqat û xendek terk nekir, heta îro çawa bi mehan li dijî çeteyên hevkarên DAIŞ’ê, alîkariya ciwanên welatparêz ên Kurdistanê yên bi lehengî li ber xwe didin kir, pêwîst e ji niha û şûn de jî wê piştgiriya xwe bidomîne. Em wek YDG-H, heta ku piştgiriya gelê me hebe, em ê nehilên ti hêzên dagirker bikevin qadên xwerêveberiyê.Bi belavkirina xweparastinê li bajarên Kurdistanê ve, heta îradeya azad a gelê Kurdistanê bê qebûlkirin em ê mezinkirina berxwedana xwe bidomînin.”