Li Parîsê li hember êrîşên AKP’ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Parîsê ji bo protestokirina dagirkerî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê yên ku li dijî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.

Li Fransa bi banga CDK-F, Kurdistanî saet 15.00’an li pêşiya Gar de l’Est kom bûn, ji bo bala raya giştî ya Fransa û navneteweyî bikşînin daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama polîtîkayên dagirkirinê û qedexeyên kolanan yên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê dimeşîne de, rojana bi awayekî sîstematîk qatlîaman pêk tîne, bang li Fransa û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hember van polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê ya faşîst ên li dijî Kurdan dimeşîne, bertek bên nîşandan û helwest bên girtin. Her wiha CDK-F diyar kir ku ji bo piştgiriya xwerêveberiyên Kurdistanê divê demildest ruhê serhildanê yê di berxwedana Kobanê de bikeve meriyetê û pêwîst be her roj çalakî bên lidarxistin. Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşman bi dawî bû.