Caferî: Hebûna leşkerên Tirk êrîşa li dijî Iraqê ye

Caferî da xuyakirin ku heyeta Tirkiyeyê ya ji bo serdanên fermî hat Iraqê qebûl kir ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne, lê belê ev soza xwe bi cih neanîne.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî rexne li Tirkiyeyê kir ku soza xwe bi cih neaniye. Caferî ragihand ku heyeta Tirkiyeyê ya ji bo danûstandinên fermî hat Bexdayê, di prensîbê de qebûl kir ku leşkerên xwe ji xaka Iraqê vekişîne, lê belê piştî vegeriya Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir, daxuyaniyeke din da.

Caferî ragihand ku mafê serweriyê yê Iraqê xeta wan a sor û got, "Ev welat wê destûrê nede ku ti kes xeta wê ya sor binpê bike. Em hebûna leşkerên Tirk li Iraqê weke êrîşek li dijî Iraqê dibînin."

Wezîrê Karên Derve işaret bi hevdîtinên bi endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî re kir û anî ziman ku van nûneran destwerdana Tirkiyeyê ya li Iraqê şermezar kirine û dane zanîn ku ew amade ne destekê bidin Iraqê.