Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Luzernê bernameyek hate lidarxistin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê Ercan Guneş axivî. Guneş di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna dayikên Kurd ên ji bo parastina zimanê Kurdî. Guneş got, "Ger zimanê Kurdî heta îro maye, ev bi saya hewldanên dayikên me ye. Ez Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan, bi taybetî dayikên şehîdan pîroz dikim."
Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê mamoste Kadrî Ozkan axivî û bal kişand ser dîroka zimanê Kurdî û girîngiya ziman a li ser nasnameya çandî û neteweyî.
Endamê Enstîtuya Kurdî Mehmet Eroglu jî qala girîngiya stratejîk a ziman di avakirina civakê de kir û li ser girîngiya xwedîderketina li zimanê Kurdî rawestiya.
Nivîskar Îrfan Babaoglu li ser dewlemendiya zimanê Kurdî, zaravayên wê û bi taybetî rewşa Kirmanckî axivî. Babaoglu qala bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê li ser ziman kir û hewldanên gel a ji bo zindî hiştina zaravayên xwe silav kir.
Nivîskar Muhammed Reşîd Karwanî yê ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiyê bû, zaravayên li çar perçeyên Kurdistanê têne axaftin û gefên li ser zimanê Kurdî tên xwarin nirxand. Karwanî diyar kir ku dewlet hewl didin bi rêya asîmîlasyonê gelê Kurd bitepisînin. Karwanî di dawiya axaftina xwe de resîtaleke helbestan pêşkêş kir.
Bername bi konsera muzîkê ya ku ji aliyê Komîsyona Çandê ya DTKM’ê ve hatibû amadekirin bi dawî bû.