Li Bonn protestoya tecrîdê
Li bajarê Bonn ê Elmanya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li bajarê Bonn ê Elmanya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li bajarê Bonn ê Elmanya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Mîtînga protetestoyê ya ku ji aliyê Navenda Çanda Demokratîk a Bonn û Meclîsa Jinan a Sara hat organîzekirin li pêşiya Bonn HBF hat lîdarxistin.
Endamê Navênde Civaka Kurd a Demokratîk a Bonn Şeyh Xalef di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin. Nêzîkatiya li hember Ocalan ê ku avakarê Tevgera Azadiya Kurd e, nêzîkatiya li hember gelê Kurd e.”
Xalef destnîşan kir ku gelê Kurd vejîna xwe deyndarê Ocalan e, anî ziman ku heta Ocalan azad bibe wê li qada bin.
Nûnera Meclîsa Jinan a Sara Ayda Ekmez Kiliç jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan, diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên qetlîam, xerakirina bajaran, tinekirinn, koçberkirinê pêk tîne.
Kiliç wiha axivî: “Ji bo mirov karibe van tevahî berteref bike tenê rêyek heye, berxwedan, hê zêdetir li ber xwe dayîn.”
Di çalakiyê de posterên Ocalan, her wiha pankartên tecrîdê şermezar dikin hatin rakirin, dirûşmên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Bijî Piştevaniya me ya Enternasyonalîst” hatin berzkirin.