AKP û DAIŞ li Stockholmê hatin protestokirin

AKP û çeteyên DAIŞ'ê ku bombeyan li ser gelê Kurd dibarînin û qetlîaman dikin, li paytexta Swêd Stockholmê duh bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.

AKP û çeteyên DAIŞ'ê ku bombeyan li ser gelê Kurd dibarînin û qetlîaman dikin, li paytexta Swêd Stockholmê duh bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.

Çalakgerên bi vê armancê li meydana Medborgarplatsenê hatin cem hev, pankartên bi nivîsên "Em hemû PKK'yî ne", "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin", "Kujerê zarokan Erdogan", "Bese ji dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê" hhilgirtin û li ser bûyerên dawî yên li Kurdistanê belavok li Swêdiyan belav kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Îmran Karaer li xwepêşandanê axivî û da zanîn ku Erdogan ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû pêvajoya aştiyê sekinand û li hemberî gelê Kurd dest bi êrîşên topyekûn kir.

Karaer diyar kir ku salên 1990'î li wan hatine vegerandin, bajarên Kurdan ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine dorpêçkirin û li hemberî gelê Kurd êrîşên giran tên kirin. Karaer her wiha lîderên Yekîtiya Ewropa yên ji bo sekinandina penaberan bi Erdogan re peymanan mor dikin, rexne kir.

Karaer ragihand ku di berdêla sekinandina penaberan de Ewropa komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê û bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku polîtîkayên durû yên Yekîtiya Ewropayê şermezar bikin.

Li ser navê Komîteya Rojava Edvîn Marklûnd peyivî û da zanîn ku rejîmên faşîst û paşverû yên li Rojhilata Navîn ku Tirkiye ji wan re pêşengiyê dike, ji bo tinekirina Kantonên Rojava yên hêvî daye gelan, tifaqên gemarî dikin.

Marklûnd ragihand ku kantonan nîşanî tevahiya cîhanê dane ku avakirina sîstemeke nû û adîl pêkane, lewma rejîmên dijminê gelan, berê çeteyên DAIŞ'ê didin Rojava.

Marklûnd diyar kir ku berpirsyarê êrîşa li Til Temirê ku di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ne tenê DAIŞ e, desthilatdariya AKP'ê ya destekê dide DAIŞ e û bangli hikûmeta Swêdê kir ku li dijî komkujiyên çeteyên AKP û DAIŞ'ê derkeve û kantonên Rojava nas bike.

...