Yuksekdag: Xendeka herî mezin di mejiyê AKP’ê de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarên DBP’yî, têkîldarî êrîşên li Sûrê didimon li Amedê civînek çapemeniyê li dar xistin.

 Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku HDP wê li dijî êrîş û hewldanên qatlîaman ku zêdetir bûne komcivîna xwe roja sêşemê li Amedê li dar bixin, divê hemû kes berê xwe bidin Sûr, Nisêbîn, Dêrik û Amedê. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî qedexeyên kolanan ên li Sûr, Kerboran û komcivîna HDP'ê ya 15'ê Kanûnê li avahiya HDP'ê civînek çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP'ê û Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDP'ê beşdarî civînê bûn. 

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û diyar kir ku welatiyên Sûrê bi qatlîamê re rû bi rû ne û wiha axivî: "AKP ji bo ku dîrokekî tine bike hemû hêza xwe aniye Sûrê. Ji bo ku vê hovitiyê bidin rawestandin sibê saet di 12.00'an de em ê li Çîftkapiyê bin. Em ê li vir bi gelê xwe re çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin. Heta ku dorpêça Sûrê neyê rakirin, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin."


Piştre Fîgen Yuksekdag axivî û diyar kir ku di pêvajoya ku hemû Tirkiyeyê çavên xwe girtiye de ji bo balê bikişînin li ser şîdeta li herêmê hatine cem hev, li Sûrê sewqiyatekî mezin tê kirin û gelê Sûrê li dijî êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide. 

Yuksekdag destnîşan kir ku li dijî gelê Sûrê bi rojan e şîdet tê meşandin û wiha berdewam kir: "Ne tinê tîmên taybet, leşker û polîs, di heman demê de artêşa dewletê jî operasyonê pêk tînin. Di 12'ê Îlonê de û di salên 90'î de jî mirovan operasyonên leşkerî dîtin. Îro jî dibînin. Li Amedê bi tankan ve operasyon hate destpêkirin. Li ber çavên hemû cihanê ye û dibe ku piştî nîv saetê jî qatlîamek pêk bê."

'MIROV tenê TÊN KOÇBERKIRIN'

Yuksekdag destnîşan kir ku dewlet ji bo ku gel koç ber bike hemû rêbazan bi kar tîne û wiha got: "Ji bo vê yekê qedexe ji bo demeke kurt hate rakirin. Dîmeneke sosret derket holê. Li gel bombebaranê, ciwanan taxên xwe terk nekirin. Li cihên ku leşker û polîs dikevinê gel koç dike."

Yuksekdag bilêv kir ku li Sûrê ne tinê mirov avahiyên dîrokî jî tên tinekirin û mirov li vir ji bo ku avahiyên dîrokî jî neyên tinekirin li ber xwe didin. 

KOMCIVÎNA HDP'Ê WÊ LI AMEDÊ BÊ LIDARXISTIN

Yuksekdag got ku komcivîna HDP'ê ya roja sêşemê wê li Amedê bê lidarxisitn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku em êşa gelê xwe parve bikin, ji bo ku pişta xwe nedin qetlîaman, em ê komcivîna xwe li vir li dar bixin. Em dixwazin hemû raya giştî bila berê xwe bidin. Bila hemû berê xwe bidin Sûr, Nisêbîn, Dêrik û Amedê. Heta ev yek neyê kirin nikarin rastiyan bibînin."

Yuksekdag destnîşan kir ku dema ku parlamenterên wan ji bo qedexeya derketina derve bi rayedaren re hewl didin hevdîtinan pêk bînin, lê nikarin xwe bigihînin wan.

Yuksekdag diyar kir ku tiştên tên jiyîn girtina "xendekên siyasî" ne. Yuksekdag ev tişt anî ziman: "Di 7'ê Hezîranê de ma xendek hebûn? Ji ber ku pêdiviyên mutabaqata 28'ê Sibatê pêk nehat ev rewş derket holê. Gel îtiraz dike. Li dijî kesên ku maseya muzakereyê xera kir nerazîbûn heye. Ji ber ku AKP'e pêvajo bi dawî kir wiha bû. Xwezî bi giritna xendekan rewş bihata çareserkirin. Xendek wê bên girtin û vekirin. Lê, heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin, ev bi dawî jî nabin. Divê vegera muzakereyan çêbibe."