Endamê PE’yê Mîke: Tirkiye petrola DAIŞ’ê bi nîv buhayî dikire

Parlamenterê Polonyayî yê ji Parlamenta Ewropa Yanoj Korvîn Mîke diyar kir ku Erdogan û malbata xwe hevkarên petrola qaçax a DAIŞ’ê ne.

Parlamenterê Polonyayî yê ji Parlamenta Ewropa Yanoj Korvîn Mîke diyar kir ku Erdogan û malbata xwe hevkarên petrola qaçax a DAIŞ’ê ne.

Parlamenterê Polonyayî yê ji Parlamenta Ewropa Yanoj Korvîn Mîke diyar kir ku Erdogan û malbata xwe hevkarên petrola qaçax a DAIŞ’ê ne û wiha axivî: “Tirkiye petrola ji rêxistina terorî DAIŞ’ê bi nîv buhayî dikire. DYA jî ji petrola qaçax sûdê werdigire.”

Mîke got, serokên Lubnanî ev agahî piştrast kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsya dabû xuyakirin ku DAIŞ bi tankeran ji Sûriyeyê petrolê derbasî ser axa Tirkiyeyê dike û ev petrolê dişîne welatên cîhanê yê sêyemîn. Di heman daxuyaniyê de dîmenên sewqiyata petrolê jî hatibû weşandin.