Çandar: Tirkiye bû sedema ku DAIŞ pereyan qezenç bike

Li panela Viyanayê pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin.

Li panela Viyanayê pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin. 

Li paytexta Avûsturalya Viyana têkildarî pêşketinên li Rojhelata Navîn û pêvajoya piştî hilbijartinan a Tirkiyeyê, panêlek hat lidarxistin. Rojnamevan- Nivîskar Cengîz Çandar jî beşdar bû.

Panel bi organîzekirina Sozialdemokratischen Parlamentsfraktion û FEYKOM'ê pêk hat. Li ser navê FEYKOM’ê Jean Kepez axivî û balkişand ser terora AKP’ê ya li hember Bakurê Kurdistan û berxwedana gel. Kepez diyar kir ku di encama terora AKP’ê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin, dîsa bal kişand ser hevkariya AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê. Kepez li hember girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul ên ku ji ber hevkariya wan bi nûçeyan derxistin holê hatin girtin jî bertek nîşan da.

‘ALÎKARÎDAYINA KURDÊN EWROPA’

Serokwekîlê Koma Partiya Sosyal Demokrat Andreas Schieder jî destnîşan kir ku divê alikariya Tevgera Azadiya Kurd a Ewropa û partiya PYD’ê bê kirin. Schieder wiha got: “ Ewropa ji bo têkoşîna demokratîk a van hêzan divê çi tiştên ji destên wê bê pêşkêş bike.”

ÇANDAR: TIRKIYE WEK EWROPA LI DAIŞ’Ê NANÊRE

Rojnamevan- Nivîskar Cengîz Çandar jî bal kişand ser polîtîkayên antî- demokratîk ên Tirkiyeyê ên ku YE deriyên xwe li ser bigire, bi rê ve dibe. Çandar bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de. Çandar wiha got: “ Tirkiye, wek welatên din temaşeyî DAIŞ’ê nake. Mînak, wek Fransa, wek Elmanya temaşe nake. Ew DAIŞ’ê wek mijara ewlekariya yekem dibîne, lê Tirkiye wisa lê temaşe nake.” 

 ‘TIRKIYE, BI BAZIRGANIYA PETROLÊ YA BI DAIŞ’Ê RE PERE DA QEZEÇKIRIN’

Çandar anî ziman ku Tirkiye sînorên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re vekir, bazirganiya petrolê ya li ser Tirkiyeyê re, pere bi DAÎŞ’ê da qezeçkirin. 

Çanday da xuyakirin ku li Tirkiyeyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê sempatiyê didin avakirin. Ev pirsgirêkek cidî bi xwe re tîne.
Çandar wiha got: “ Tirkiye ne bi demokrasiyê, ber bi otokrasiyê ve diçe, li Tirkiye di polîtikaya hundir de ber bi faşîzmê ve diçe. Faşîzm, rewşeke girêdayî gel e; faşîzmek bê gel nabe. Çandar alikariya gel a li pişt Hîtler jî destnîşan kir.

ARMANCA MÛSILÊ ÇIYE ?

Çandar ragihand ku polîtîkayên derve ya ku Tirkiyeyek bi Erdogan re ji heriyê nayê derxistin, têkildarî dagirkirina Mûsilê jî wiha got: “ AKP li ser pêşeroja Mûsilê nabe xwedî gotin, ez difikirim ku herêm ji bo Îran û Rûsyayê vekiriye. ‘ PKK û PYD, pêşiya Rêveberên Kurdan dan vekirin. Tirkiye, bi destwerdana Mûsilê re peyama ‘ ez li pişt we me’ dide Suniyên Ereb. 

Çandar got, AKP’yî li hember Kurdên xwe bi xwe rê ve dibin derdikevin. Çandar wiha axivî: “ Tirkiye, çawa ku li Sûrê, li Farqînê, Nisêbînê qedexeya kolanan îlan dike, têkiliya van bajaran bi cîhana derve qut dike, dibêje ez ê Qamişloyê di ser serê wan de xera bikim; Kobanê jî di ser serê wan de xera bikim. Ji ber vê jî divê em mijara Mûsilê di nav çarçoveya rewşa Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de fêm bikin.”

...