Sersaxiya li Kolnê bi dawî bû: Em ê wan di her kêliya jiyana xwe de bidîn jiyîn

Sersaxiya ku li Kolnê ji bo rêberên damezrîner ên PKK’ê hatibû danîn, bi dawî bû û ev peyam hate dayîn, “Em ê wekî dildarên heqîqetê wan xwedî li bîranîna wan derkevin û têkoşîna wan bidomînin.”

Sersaxiya ku li Kolnê ji aliyê malbatên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ve hatibû danîn, di roja 6’emîn de dewam kir. Gelek Kurdistanî, rojnamevanên Kurd, siyasetmedar ku Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu jî di nav de bû û hevrêyên têkoşînê yên Kaytan û Altûn tevlî sersaxiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê bûn.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

SORO: EM BÛN DILDARÊ HEQÎQETA KU EW NÎŞAN DAN

Ewilî siyasetmedar Selahattîn Soro axivî û diyar kir ku li pişt şehîdan axaftin karê herî zehmet ê cîhanê ye. Soro bi bîr xist ku meha Gulanê meha şehîdan e û wiha got: “Ji bo van hevalan ne gotin, ne pirtûk û ne jî helbest bes e. Rêya heqîqetê ye ku 52 salan dewam kir. Divê em vê heqîqetê bibînin. Ev rêya Rêber Apo ye. Hevalê Fûat yek ji hevalên ewil ên Rêber Apo ye. Ew li dijî zilm, înkar û îmhayê rêya têkoşînê vekirin. Eger îro ev heqîqeta têkoşînê pêş ket û bandora xwe li tevahî cîhanê belav kir, ev heqîqet mîrateya wan e.”

Soro diyar kir ku ev têkoşîna ku bi hizrên ku di sala 1978’an de şîn bû destpê kir, veguheriye tevgerekî gel û wiha got: “Tovên ku wê rojê hatin avêtin veguherî heqîqetekî ku îro li cîhanê bi hezaran şoreşeger dixe nava tevgerê. Rêber Apo û hevrêyên wî ne tenê meşiyan, li cihê ku meşiyan bûn rê. Xetekî îdeolojîk ê nû avakirin. Asoya têkoşîn û şoreşê mezinkirin. Em xwendekarên wan in, em dildarên heqîqetê wan in.”

‘EM LI BER TÊKOŞÎNEKÎ NÛ NE’

Soro bal kişand ser biryarên di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatine girtin û wiha got: “Têkoşîn tu car nehat berdan. Ev hevalane li gorî dem û şertan rê û siyasetên nû pêş xistin. Hertim di her şert û mercî de bi rêbaz û têgihiştinên nû vê têkoşînê mezintir kirin û li gorî rastiyên cîhanê ji nû ve destpê kirin. Em niha bi pergal û têgihiştinekî nû li ber pêvajoya têkoşînekî nû ne. Em ê bi mîrateya ku ew hiştine vê têkoşînê mezin bikin.”

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Songul Omurvan jî wiha got: “Bîranîn, nîqaşkirin û jiyanîkirina van her du hevalan ku pêşengên me ne, berpirsiyartiyekî mezin dixwaze. Cîhana me ya ruh û hestê hîna tam vê windahiyê qebûl nekiriye. Lê em dizanin ku qebûlkirina wan, ne tenê elimandina êşê, bi xwedîderketina li bîranînên wan, rast fêmkirina wan û têkoşîna wan domandinê re pêkan e. Soza herî rastîn ku em bidin wan ne tenê bîranîna wan, lê wan di nava jiyanê de jiyanîkirin e. Bi vê zanebûnê re tevgerkirin, hem berpirsiyariya me ya li hemberî wan e û hem jî erka me ya dîrokî ye. Heval Riza û Alî Haydar ji bo zanebûn, nûbûn, azadî û civaka demokratîk şêwe dan. Azadbûna jinê wekî rêgezekî pejirandin. Hemû jiyana xwe fedayî azadiya Kurdistanê kirin. Tu caran teslîmiyetê qebûl nekirin û jiyana her du jî sembola berxwedan û heqîqetê bû.

Em ji perwerdeyên wan derbas bûn. Bi rêya televîzyonê bûn mêvanê mal û dilê malbatên me. Gelê Kurd bi saya vê tevgerê fêrî rast xwendina Rêbertî, hostayî û cîhanê bûn. Ew bawerî bi azadî, demokrasî û jiyana rast û wekhev anîn. Hemû jiyana xwe ji bo van nirxan feda kirin.”

Piştî axaftinan Hozan Şemdîn kilam got. Sersaxî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû û loqmayên ku endamên Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê amade kiribû hatin belavkirin.

BERNAMEYA BÎRANÎNA GIRSEYÎ SIBÊ YE

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan wê sibê di saet 12:00’an li navnîşana Gewerbegebiet Pesch 12A, 50767 Koln bîranînekî girseyî were lidarxistin.