ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi dehan kes li Rihayê hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku bi dehan kes li Rihayê hatine binçavkirin û di nav de Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr, serok û rêveberên ÎHD û Egîtîm-Senê yên Rihayê jî hene. -
Zîzek: Tirkiyeyê bi hovane êrîşî Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin kir
Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zîzek diyar kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî alîkariyê dide DAIŞ'ê û bi hovane êrîşî Kurdan dike. -
Musteşarên Tirk diçin Bexdayê
Piştî ziyareta Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê, du musteşarên Tirk îro diçin Bexdayê. -
Xwendekarên li Zanîngeha Egeyê standa Amedsporê vekirin ketin ber lêpirsînê
Li Zanîngeha Egeyê, standa Amedspor û rengên formaya vî tîmê futbolê weke 'propaganda rêxistina terorê' hat hesibandin û li hemberî 4 xwendekaran lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. -
Xwediyê Xelata Nobelê Serokkomar Horta: Divê Ocalan azad bibe
Serokkomarê Duyemîn ê Tîmor a Rojhilat û Xwediyê Xelata Nobelê Horta xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Tirkiyeya 2015’an: Binçavkirin, girtin, mirin, şîdet, tecawiz, qedexe…
ÎHD û TİHV'ê bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovên rapora 11 mehan a binpêkirina mafên mirovan amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. -
Artêşa Tirk li Şemzînanê dest bi operasyonê kir
Li bejahiya gundên Nêrduşa, Kolê, Biya, Horê, Bihê û Spirêz ên Şezmînanê, operasyona leşkerî hat destpêkirin. -
Barzanî yekser çû cem MÎT'ê
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yê hatiye Enqereyê, çawa ji balafirê peya bû, yekser berê xwe da avahiya MÎT'ê. -
Mesût Barzanî li Enqereyê ye
Serokê Giştî yê PDK’ê yê ku di pêvajoyê dawiyê de hevkariya xwe ya bi AKP’ê re xurttir dike li Enqereyê ye. -
HDP'ê bang li AKP'ê kir ku xwerêveberiyê muzakere bike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest ku zerara civakî ya ji qedexeya derketina derve rû daye, lêkolîn bike. -
Keştiyeke din a koçber tê de bûn binav bû: 1 jê pitika 6 mehî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Dîdîmê, ji ber binavbûna keştiyeke koçber tê de bûn, yek jê pitika 6 mehî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan -
Demîrtaş ji Başûrê Kurdistanê vegeriya
Ji Nûnetiya HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglû diyar kir ku serdana Demîrtaş û Kurkçu ya Hewlêrê bi dawî bûye û vegeriyane Tirkiyeyê. -
Dema Elçî hat qetilkirin, kameraya polîs dîmen nekişandiye!
Di dema qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de, kameramanê polîs ê dîmenê daxuyaniya çapemeniyê dikişand, kêliya qetilkirina Elçî 'nekişandiye'. -
Îranê gaza dide Tirkiyeyê nîvînîvî kêm kir
Îranê, 30 mîlyon metrekûp gaza ku rojane dişîne Tirkiyeyê, nîvnîv kêm kir. Rayedarên Îranî gotin, "Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, pêwîstiya navxweyî ya bi gazê zêde bû", lewma biryareke bi vî rengî stendine. -
Ji bo girtiyên siyasî li Mannheîmê mîtîng hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li dijî êrîşên li hemberî SDGF'yî û ESP'yî, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Kurd
Ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragirtin, NAV-DEM wê di 10'ê Kanûnê de li ber girtîgehan bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyan lidar bixe. -
Ebadî banga“Otorîteya xwe bikar bînin” li NATO’yê kir
Serokkomarê Iraqê Heyder El Ebadî, ji bo Tirkiye leşkerên xwe vekişîne banga “Otorîteya xwe bikar bînin.”li NATO’ yê kir. -
Yuksekdag: AKP jî wê wek her desthilatiya zalim hesap bide
Yuksekdag got, “Tu dibêje qey Tirkiye parçe bûye” û li hember polîtîkaya derve ya li dijî gelan a hikûmetê bertek nîşan da. Xwest ku bi dînamîkên demokratîk ên li Rojhilata Navîn tfaq bên avakirin. -
6 penaberên din jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Çeşme bota penaber barqirî noqî avê bû, di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Heysem Menaî: Em tevlî kongreya Riyadê nabin
Serokê Tevgera Pêla Genim Heysem Menaî diyar kir ku ew tevlî kongreya Riyadê ya li Erebîstana Siûdî nebûne. Nûnerên tevgerê tevlî Kongreya Sûriyeya Demokratîk a îro li Dêrikê tê lidarxistin, bûn. -
Tekîk: Petrola DAIŞ'ê li parzîngehên veşartî tê parzinandin
Sekreterê Perwerde û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk daxuyaniyên Rûsya yên li ser 'kirîna petrola DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve' nirxand û destnîşan kir, ku îdîaya Rûsyayê aşkerakirina rewşa heyî ye. -
Tirkiyeyê 9 DAIŞ'iyên din serbest berda
2 jê biyanî û 7 Tirk bi giştî 9 kesên çend roj berê dema ji Dîlokê derbasî Sûriyeyê dibûn ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin, hatin binçavkirin. Lê belê dadgehên Tirk ev her 9 kes serbest berdan. -
Heşd El Şebî: Eger leşkerên Tirk venekişin, em ê bikevin nava tevgerê
Berdevkê Heşd El Şebî Kerîm el Nûrî da xuyakirin, ku eger Tirkiye leşkerên xwe yên li Mûsilê venekişînin, ew ê bikevin nava tevgerê. -
Konsolosa DYA ya li Enqereyê, ÎHD ziyaret kir
Konsolosa DYA ya li Edeneyê Sprecht, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. -
'Kevneşopiya dewletê komkujî be, ya me jî berxwedan e'
Endamên ESP û SGDF'yî ku di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kir ku dewlet hewl dide çavê zarokên wan ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîne, bitirsîne.