Gelo artêşa Tirk hin yekîneyên din şand Başîka?-HAT NÛKIRIN

Yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirk duh şev saet di 23:00 de, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn. Ev konvoya leşkerî di ser Zaxo re derbasî herêma Başîka bû.

Leşkerên Tirk bi tank û maşînên zirxî, duh bi şev derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûn. Li gorî dema herêmê saet di 23:00 de yekîneyên artêşa Tirk ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn

Çavkaniyên herêmî ji ANF'ê re ragihandin, ku leşker ji Başîka re hatine veguhastin. Lê belê li gorî hin çavkaniyan, beşek ji leşkerên Tirk ji herêmê vekişiya ye. Nehat zanîn ku kovnoya leşkerî ya duh bi şev sînor derbas kir, bi kîjan armancê çûye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, yekîneyên leşkerî yên ser bi artêşa Tirk duh şev saet di 23:00 de, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn. Ev konvoya leşkerî di ser Zaxo re derbasî herêma Başîka bû.

Nehat zanîn ku hejmara van leşkerên derbasî Başûrê Kurdistanê bûne çiqas e. Lê belê çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku ev hêza leşkerî derbasî herêma Başîka bûye. Li gorî nûçeya Reutersê jî beşek ji leşkerên Tirk xwe ji herêma Başîka vekişandine.

Leşkerên Tirk di 4'ê Kanûnê de jî bi çekên giran derbasî nava axa Başûrê Kurdistanê bûbûn û li navçeya Mûsil Başîka bi cih bûbûn. Ev veguhastina leşkerî di navbera Bexda û Enqereyê de bûbû sedema aloziyê û Bexdayê ji bo vekişandina leşkeran ultîmatom dabû Enqereyê. Lê belê ji ber ku leşker nehatin vekişandin, Iraqê li cem Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kiribû.