ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Cizîr û Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin, li Entalyayê jî kesek hate girtin
Di çarçoveya oparesyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk de li Cizîr û Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin, li Entalyayê jî kesek hate girtin. -
Li Londra û Baselê tecrîd hat şermezarkirin, berxwedana YPS’ê hat silavkirin
Ciwanên Kurd, li Basel û Londrayê tencrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê protesto kirin, berxwedan jî silav kirin. -
Yuksekdag li dijî dîktatoriyayê banga têkoşînê kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktatorî têbikoşin û demokratîk bikin. -
Dayikên Şemiyê: Ji bo zarokên me ne cejn e
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 578'an de hatin cem hev. -
Hevserokê TAY-DER'ê û rêvebereke HDP'ê hatin binçavkirin
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Karasûngûr hatin binçavkirin. -
MLKP û TKP/ML-TÎKKO Qirkirina Ermeniyan şermezar kirin
MLKP/Kurdistan û Fermandariya TKP/ML-TÎKKO Rojava, Qirkirina Ermeniyan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin, ku wê hesab ji AKP a van pêkanînên qirkirinê didomîne bê pirsîn. -
Hejmara mirovên li Kîlîsê jiyana xwe ji dest dan bû 3 kes
Hejmara mirovên ji ber êrîşa duh a çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kîlîsê jiyana xwe ji dest dan bû 3 kes. -
Ciwanan li dijî tecrîdê li Mannheîm û Hambûrgê stant vekirin
Li bajarên Elmanya Mannheîm û Hambûrgê, endamên Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant vekirin. -
Rêze panelên HDK-E li Hambûrgê destpê kir
HDK-E ku ev demeke nîqaş li ser tê kirin, êvara Înê li Zanîngeha Hambûrgê bi panelekê hat nasandin. -
Ji bo mirov di 23'ê Nîsanê de kêfxweş nebin, 9 sedem!
Tirkiyeyê her tim pesnê xwe daye ku li cîhanê welatê yekemîn e cejnek diyarî zarokan kiriye û timî bal kişandiye ser 'qîmetê' dide zarokan. Lê belê ji aliyê mafên zarokan ve rewşa Tirkiyeyê qet nebaş e. -
Akademîsyen ji girtîgehê derketin
Akademîsyen Meral Camci, Esra Mûngan, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtibûn danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatibûn girtin, ji girtîgehê derketin. -
Li Kîlîsê 2 kes mirin, 4 jî birîndar bûn
Dîsa DAIŞ’ê ji herêma Bab a di bin kontrola xwe de roket avêt Kîlîsê, li navenda bajêr gelek kes birîndar bûn. -
Li Hambûrgê êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê hate protestokirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê êrîşên li hemberî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û bajarê Qamişloyê hate protestokirin. -
Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
Ji 9 kesên ku li Edeneyê hatibûn binçavkirin, 4 hatin girtin. Ji bo 3 zarokan jî cezayê “hepsa malê” hate dayîn. -
Akademîsyen hatin tehliyekirin
4 akademîsyenên ji ber aştîxwaziyê hatin girtin, di rûniştina yekemîn de hatin tehliyekirin. -
Dozger mutalaa guhert, tehliye xwest
Dozger mutalaa guhert, ji bo 4 akademîsyenên aştîxwaz tahliyeya şertî xwest. -
Dozgerê doza akademîsyenan: Bila girtîbûn dewam bike
Di doza akademîsyenên aştîxwaz de girtina 4 akademîsyenan hate xwestin. -
Demîrtaş: Xwezî Tirkiye jî di têkoşîna bi DAIŞ’ê re têrker bibûya
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Îtalyayê tevlî bernameyekê bû, got li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê nîne, wiha axivî: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye, Kurd jî parçeyekî vê ne. Xwezî Tirkiye jî di vî milî de têrker bibûya.” -
Ji şaredariya Palagonîa ya Îtalyayê ji bo Ocalan hemwelatîbûna rûmetî
Şaredariya Palagonîa ya girêdayî herêma Catanîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Akademîsyenên tên darizandin: Me bêdengî li rûmeta xwe danenî
Rûniştina yekemîn a 4 akademîsyenên ji bo aştiyê hatin girtin îro destpê kir. Mûzaffer Kaya dest bi parastina xwe kir û got: “Em wek akademîsyenên vî welatî, li welêt ewqas tişt diqewimin, me bêdengî li rûmeta xwe danenî.” -
Heyeta Îmraliye ya Navneteweyî: Hewldanên me yên ji bo azadiya Ocalan wê bidomin
Heyeta Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku heta Ocalan azad bibe û aştî bê Kurdistanê, xebatên wan ên di vî warî de wê bidomin. -
11 kes hatin girtin, gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê de 11 kes hatin girtin, gelek kes jî hatin binçavkirin. -
ÎHD û TÎHV'ê hişyarî dan: Tasfiyekirina HDP'ê wê şer girantir bike
ÎHD û TÎHV'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin û hişyarî dan, ku rakirina mafê destnedana HDP'yiyan wê şer girantir bike. Di civînê de bang li CHP'ê jî hat kirin ku dest ji helwesta xwe ya têkildarî rakirina mafê destnedanê berde. -
Di doza Dundar Gul de rûniştina duyemîn
Rûniştina duyemîn a doza darizandina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul îro pêk tê. Dozger xwest, ev doz û doza Fetûllah Gulen li Dadgeha Bilind tê dîtin, bibin yek. -
Kurê serpelê li Dêrikê hat kuştin Doç. Dr. Bayraktar: Ez aştiyê dixwazim
Doç. Dr. Ûlaş Bayraktar ê bavê xwe serpel Beşîr Bayraktar di çalakiya destpêkê ya PKK'ê de ku wê demê weke 'Apoyî' dihatin askirin winda kir, mora xwe danî binê danezana "Akademîsyenên ji bo Aştiyê".