Akademîsyen ji girtîgehê derketin

Akademîsyen Meral Camci, Esra Mûngan, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtibûn danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatibûn girtin, ji girtîgehê derketin.

Akademîsyen Meral Camci, Esra Mûngan, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtibûn danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatibûn girtin, ji girtîgehê derketin. Akademîsyenên ji aliyê heval û malbatên xwe hatin pêşwazîkirin, peyama “berdewamkirina têkoşîna aştiyê” dan.

Akademîsyen Meral Camci û Esra Mûngan ên ji ber îmze avêtin danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatin girtin û bi biryarê dadgehê hatin tehliyekirin, dema ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê derketin ji aliyê jinan hatin pêşwazîkirin. Peyama destpêkê ya akademîsyenên bi govend û şahiyan bi hev heval û xizmên xwe şa bûn “berdewamkirina têkoşînê” bû.

Her wiha akademîsyen Kivanç Ersoy û Mûzaffar Kaya jî dema derketina ji Girtîgeha Sîlîvriyê ji aliyê hevalên xwe ve hatin pêşwazîkirin. Piştî Kaya û Ersoy wêneyên bîranînê kişandin, ji girtîgehê veqetiyan.