ROJANE
Hemû Nûçe
-
NAV-DEM’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
NAV-DEM’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got: "Îro em her mîrov û taybet her Kurdî li ser nêzîkbûn û xwedîderketina Şengalê di ber çavan re derbas dikin.” -
Davûtoglû li Strasboûrgê bi protestoyan hate pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo li MPKE baxive hate bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji aliyê bi sedan kesî bi dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” hate pêşwazîkirin. -
PHKÊ Çarşema Sor pîroz kir
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir. -
Li Kanadayê dewleta Tirk hate protestokirin
Dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bi cih bike hewl dide li herêma Teroyan a Gurgumê kampê ava bike, li bajarê Ottowa yê Kanadayê hate protestokirin. -
Bekir: Ji ber ku her kom a xwe ferz dike, parlament nikare bicive
Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamenta Iraqê Emîn Bekir diyar kir, ji ber ku her kom daxwazên xwe ferz dike parlament nikare bicive. -
Demîrtaş bersiva gefa 'destnedanê': Em bê alternatîf nînin!
Demîrtaş li civîna koma partiya xwe axivî û got, "Yek ji hevala/ê me jî wê bi xwe neçe îfadeyê nede. Her tişt wê ne li gorî dilê wan be. Em jî bê alternatîf nînin." -
Sefîrê Bilind ê Elmanyayê bi Demîrtaş re rûnişt
Heyetek ji Sefîrê Bilind ê Elmanyayê Martîn Erdmann û parlamenterên Elman, bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kir. -
HDK: Li dijî faşîzm û koledarê em di 1'ê Gulanê de li qadan e
HDK'ê ji bo 1'ê Gulanê got, "Li dijî hêzên dixwazin sîstema talankariyê ya kapîtalîzmê û dîktatoriyê ava bikin, em dikarin mercên însanî yê kar, jiyana însanî û aştiyê bi berxwedanê qezenc bikin. Di 1'ê Gulanê de em li qadan e." -
Polîsê Tirk li benda mirina ciwanê birîndar ma
Li Edeneyê, ciwanê bi navê Ferdî Yildirim ê duh danê sibehê di şer de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Derket holê, polîsê Tirk li ber serê ciwanê birîndar nobed girtiye û li benda mirina wî maye. -
Komîteya Rojava hevdîtinên xwe yên li Swêdê qedand
Heyeta Rojava, xebatên xwe yên dîplomatîk ku ev hefteyeke li Swêdê dimeşîne, piştî vekirina Nûnertiya Rojava li Swêdê, bi civîneke çapemeniyê bi dawî kir. -
Heyeta Piştgiriyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê çalakiya ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ dewir girt
Koma piştgiriyê ya heyeta navneteweyî ya Îmraliyê, wê beşdarî çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî bibe û wê bi Konseya Ewropayê re rêzecivînan li dar bixe. Heyet wê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan re jî bicive. -
Wezîrê Avahiyan ê Swêdê Mehmet Kaplan îstîfa kir
Wezîrê Bajarsazî Mehmet Kaplan ê ji ber têkîliyên wî yên bi qatilê Sedam û lobîkarê AKP’ê Barbaros Leylanî û Serokê Ocaxên faşîstan re derket û ji ber vê îstîfa wî dihate xwestin, da xuyakirin ku îstafa kiriye. -
Qatilên Alî Îsmaîl Korkmaz hatin berdan
Doza têkîldarî qetilkirina Alî Îsmaîl a 2 jê polîs 5 kesên bi girtî tên darizandin de heyeta dadgehê der barê 3 xebatkarên firinê yên li Korkmaz xistibûn de biryara tehliyeyê da. -
Di şeva piştgiriyê ya Frankfûrtê de banga xwedîderketina berxwedanê
Di şeva piştgiriyê ya li Frankfûrtê de, banga xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistan û Gurgumê hate kirin. -
Li Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê
Li Paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê hatin lidarxistin. -
Li Elmanya û Awûstûryayê kongreyên NCDK'ê
Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Ewropayê kongreyên xwe lidar dixin. Di kongreyên li Osnabruck, Bensheîm û Welsê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin. -
Polîs hewl dide hejmara çalakgerên li Bexdayê kêm bike
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Es Sadr, bi hezaran kes li Meydana Tehrîr û nêzî Herema Kesk ên li Bexdayê xwepêşandanan lidar dixin. Polîs hewl didin hejmara çalakgeran kêm bike. -
HDP wê li ser biryara AKP'ê ya tasfiyekirinê bicive
HDP, helwesta xwe ya li hemberî plana tasfiyeyê ya ji aliyê AKP'ê ve bi rêya ' rakirina destnedanê' tê meşandin, diyar dike. HDP'ê wê li ser vê mijarê bicive. -
Gundekî din ê Mûsilê hat rizgarkirin
Hêzên ji bo rizgarkirina Mûsilê li hev kom bûne, gundekî din ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev gundê Ereban di encama êrîşa hevpar a Pêşmerge û hêzên Heşdî eş Şabî de hat rizgarkirin. -
Doza firotina jinên Êzidî ji aliyê AKP'ê ve tê nixumandin
Têkildarî 6 Sûriyeyiyên tê gotin di berdêla pereyan de jinên Êzidî firotine, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi sûcdariya "Li dijî qanûna têkildarî astengkirina fînansmana terorîzmê derketine" û "endametiya DAIŞ'ê" doz hat vekirin. -
SF: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin
Di kongreya Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê de biryar hat dayîn, ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin di dema pêş de xebat bê meşandin. -
Di şexsê bav û kur de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Rennesê, di şexsê bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn. -
Li gelek navendan kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê kongreyên Meclîsên Gel û Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de hevserok û endamên komîsyonan hatin hilbijartin. -
Maliyeta şerê Qesrê yê heta niha: 62 mîlyar TL
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez diyar kir, eger şer bidome wê budçeya ji ewlekarî û parastinê re hatiye veqetandin, qat bi qat zêde bibe. -
PHKÊ kongreya xwe li dar xist
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî 3. Kongreya xwe ya Asayî li bajarê Bîelfeldê li dar xist û encamname bi raya giştî re parve kir.