Demîrtaş: Xwezî Tirkiye jî di têkoşîna bi DAIŞ’ê re têrker bibûya

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Îtalyayê tevlî bernameyekê bû, got li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê nîne, wiha axivî: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye, Kurd jî parçeyekî vê ne. Xwezî Tirkiye jî di vî milî de têrker bibûya.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Îtalyayê tevlî bernameyekê bû, got li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê nîne, wiha axivî: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye, Kurd jî parçeyekî vê ne. Xwezî Tirkiye jî di vî milî de têrker bibûya.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş duh êvarî bû mêvanê televîzyona RAI 3, bernameya "L'Erba dei Vicini”. Demîrtaş bi lêv kir ku Tirkiye welatekî pir xweş e, lê pirsgirêkên rêveberî û demokrasiyê hene, wiha dom kir: “Em ji bo ev bibin wek esasê xwe têdikoşin. Em demokrasiyek bûye sazî dixwazin û em bi awayekî xurt bawer dikin ku vê pêk bînin.”

KURDEKÎ LI TIRKIYEYÊ

Pêşkêşvanê bernameyê Beppe Severgnînî pirsa “Îro li Tirkiyeyê Kurd çi ye?” kir. Li ser vê Demîrtaş wiha bersiv da: “Îro em gelekî 20 mîlyon kes in. Ev 100 sal in ku Ermen hewl didin qetilkirina xwe ya li ser vê axê îspat bikin. Dîsa ev 100 sal in Kurd hewl didin îspat bikin ku li ser vê axê dijîn, ji ber tine têne hesibandin. Lê, em parçeyekî vê axê ne, ev welatê me ye. Em dixwazin bi gelê din re hevpar bijîn.”

‘XWEZÎ ME MIL BI MIL LI DIJÎ DAIŞ’Ê TÊKOŞÎN BIMEŞANDA’

Demîrtaş pirsa, “Kurd jî hikûmeta Erdogan jî li dijî gefa DAIŞ’ê xwedî daxwazek şer e. Ev nabe destpêka hevpariyek baş?” wiha bersivand: “Xwezî wisa bûya. Xwezî me mil bi mil li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bimeşanda. Erê, li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye, Kurd jî parçeyekî vê ne. Xwezî Tirkiye jî di vî milî de têrker bibûya.”

‘HÛN ROPORTAJEKÊ BI MIN RE BIKIN WÊ WE JI KAR BAVÊJIN’

Li ser pirsa, “Li Tirkiyeyê demokrasî û azadiya îfadeyê heye? Ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa kartên wê temam in?” jî Demîrtaş ev bersiv da: “Xweziya min karîba bersivek erênî bidaba û min gotiba demokrasiyek me ya pir xweş heye. Li Tirkiyeyê guhertin hene. Demokrasî demê dixwaze. Bi şiyarbûna sibehekê ve hûn nikarin bibin demokratîk. Yê me ne tenê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa, ji bo pêdiviyên me pê hene, em di vê mijarê de her tiştî dikin. Mijara azadiya îfadeyê, mixabin li Tirkiyeyê ji qadên herî hesas û zehmet e. Di vê mijarê de hema hema şerekî navxweyî heye. Rojnamevan û profesorên zanîngehan di bin zextên mezin de ne. Gelek rojnamevan an di girtîgehan de ne an jî ji kar hatine dûrxistin. Di mijara azadiya çapemeniyê de em di cîhanê de rêza 151’emîn in.”

Demîrtaş li gel vê ji rojnamevan Severgnînî ev jî gotin “Mînak niha hûn li Tirkiyeyê bernameyekê çêkin û ji bo roportajekê bang li min bikin, dibe roja din we ji kar bavêjin. Ez bawer im hûn ê vê rîskê negirin” û zextên li Tirkiyeyê anî ziman.