ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûnertiya PYD’ê ya Swêdê bi merasîmekê hate vekirin
PYD’ê nûnertiya xwe ya li Swêdê, li paytext Stockholmê bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî, Swêdî û Tirkiyeyî ve bi merasîmekê vekir. -
Li Qibrisê faşîstan êrîşî xwedekarên Kurd kirin
Xwendekarên li Zanîngeha Qibrisê rastî êrîşa fraşîstan hatin. 2 xwendekar birîndar bûn. -
Yuksekdag: Dewlet wê hesab bide
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de ti pîvanên exlaqê nemane û got: "Wê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin." -
Li Qada Tahrîr a Bexdayê çalakî ji nû ve destpê kirin
Alîgirên Serokê Şîa Mûkteda Sadr ji bo pirsgirêkên qirîza siyasî ya li Iraqê bi lezgînÎ çareser bike, 72 saet dem dabû hikûmetê, li ser vê yekê li Qada Tahrîr a Bexdayê bi hezaran kesî dest bi xwepêşandanê kirin. -
YXK xwe ji bo kongreya 22. amade dike
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), bi şiyara "Em ji nû ve bibin Huseyîn Çelebî, bi hev rejiyana azad ava bikin" kongreya xwe ya 22. lidar dixe. -
Eşîrên Sûnî û Baasiyên berê li Hewlêrê komeke nû ava kirin
Fermandarên berê yên rejîma Baas û lîderên eşîrên Sûnî duh li Hewlêrê li hev civiyan û di encama vê kombûnê de ragihandin ku wan di bin navê 'Koma Gel a Mûsilê' rêxistinbûyîneke nû ava kirine. -
Operasyona hewayî ya li hemberî Reqqayê
Sûriye û Rûsyayê li hemberî Reqqayê ku baregeha DAIŞ'ê ye operasyoneke hewayî pêk anîn. -
Li Parlamenta Iraqê civîna li ser hikûmeta nû
Ji bo avakirina desteya nû ya wezîran, nûnerên 30 tevgerên siyasî yên li parlamentê bi bandor in, îro li hev dicivin. Tê payîn encameke erênî ji civînê derkeve. -
Rola MÎT'ê ya di Komkujiya Parîsê de ket nava belgeyên dadgehê
Tevî ku desthilatdariya AKP'ê ewilî derewand, Serdozgariya Komarê ya Stenbolê têkildarî rayedarên MÎT'ê yên navên wan di qeyda deng û belgeya hat weşandin de derbas bûn, bi hinceta têkiliya xwe bi Fetûllahiyan re hene, lêpirsîn vekir. -
Li Freîbûrgê meşa ji bo Terolarê
Bi armanca şermezarkirina çêkirina kampa ji bo çeteyan li gundê Terolarê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyek hat lidarxistin. -
Ji saziyên li Strasboûrgê ji bo çalakiya şermezarkirina Davûtoglû banga tevlîbûnê
Li dijî ziyareta Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku wê roja Sêşemê li Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê bike, saziyên Kurd, Elewî û Tirkiyeyî yên şoreşger xwe ji bo çalakiyeke mezin a protestoyî amade dikin. -
Girtiyên PKK û PAJK'î wê daxwaza çûyîna Îmraliyê bikin
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir, wan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a di meha Adarê de dabûn destpêkirin bi dawî kirine û dest bi çalakiyên cuda dikin. -
Li dijî kampa li Mereşê li bajarê Lozanê mîtînge girseyî hat lidarxistin
Nerazîbûna li hemberî kampa penaberan a AKP dixwaze li Mereşê ava bike, zêde dibe. Li bajarê Swîsre Lozanê bi pêşeniya Mala Gel a Lozanê mîtîngek hat lidarxistin û plana kirêt a faşîzma AKP'ê hat şermezarkirin. -
Bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin li Fransayê hatin bîranîn
Mehmet Sıddık Cark ê di sla 1992'an de li Îdirê hat qetilkirin û kurê wî Hikmet Car ê çen roj berê li Cizîrê hat qetilkirin, li bajarê Fransa Lorîentê hatin bîranîn. -
Şehîdên Gimgimê li bajarê Bonnê hatin bîranîn
Ji bo 4 gerîlayên HPG'ê yên di 7'ê Nîsana 206'an de li gundê Baden ê Gimgimê jiyana xwe ji dest dan, li Bonnê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû li Swêdê hat girtin
Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû, bi hinceta ku hikûmeta Elman bi rêya Înterpolê lê digere, li paytexta Swêd Stockholmê hat girtin. -
Mereşî li Kolnê li dijî kampa AFAD'ê meşiyan
Mereşiyên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê dijîn, li dijî çêkirina kampa AFAD'ê ya li gundê Terolar ê li navçeya Mereş Dûlkadîr ê meşiyan. -
NAV-DEM, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk banga şermezarkirina Davûtoglû kirin
NAV-DEM, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk, ji bo şermezarkirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bang li hemû şoreşger û demokratan kirin, ku di 19'ê Nîsanê de li bajarê Fransa Strasboûrgê bin. -
Parêzerê Mandella ji bo Ocalan hat Parîsê
Koma Destekê ya Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî wê di 18'ê Nîsanê de li Parîsê be. Endamên heyetê wê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan dewr bigirin. -
Aloziya siyasî ya li Iraqê mezin dibe
Li Iraqê, pêvajoya ku ji bo reformên di nava hikûmetê de hat destpêkirin, vediguhere krîzeke siyasî. Ji ber ku krîz nehat çareserkirin, xwepêşandanên li meydana Tehrîr a Bexdayê ji nû ve destpê kirin. -
Hevşaredara Silopiyayê Esmer hat sirgûnkirin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer a li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Sîncan a Enqereyê hat kirin. -
Enfal, komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û Şêxmeqsûd hatin şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên Elman ên li Bonnê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê çalakiyek lidar xistin. -
Kurdên li Aachenê ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan
Kurdên li bajarê Elmanya Aachenê dijîn, ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan. -
Li Rotterdamê çalakiya ji bo Cizîrê
Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Rotterdamê, bi armanca piştgirîdayîna Cizîrê çalakiyek lidar xist. -
Wêneyên çalakiyên gelên berxwedêr li ber NY tên nîşandan
Wêneyên çalakiyên 5 salên dawî yên gelên ji bo azadiyê li ber xwe didin, li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) tên nîşandan.