Kujerên Halîl û Kasim Alpsoy hatin pirsîn
Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ên ku beriya 31 salan hatine qetilkirin, edalet xwestin.
Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ên ku beriya 31 salan hatine qetilkirin, edalet xwestin.
Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên windayan ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan her hefteyê li Qada Galasarayê tên ba hev. Çalakvanan vê hefteyê çalakiya 1050’emîn lidar xistin.
Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên kesên ku bin çavan de hatine qetilkirin, hildan û li Qada Galatasarayê kom bûn. Vê hefteyê kujerên Halîl Alpsoy û pismamê wî Kasim Alpsoy ên ku di Gulana 1994’an de piştî hatin binçavkirin bi êşkenceyê hatin qetilkirin, hatin pirsîn.