Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn li Luzernê hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, bi Luzernê hatin bibîranîn.
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, bi Luzernê hatin bibîranîn.
Kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Luzernê hatin bibîranîn. Li cihê bîranînê wêneyê Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Fûat (Alî Haydar Kaytan), Riza Altûn û Rêber Apo hatin danîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Luzernê Ercan Guneş axivî. Guneş anî ziman ku herdu hevrêyên me heta dawiyê di eniyên pêş de cihê xwe girtin û got: “Em ê li ser rêya wan meşa xwe ya azadiyê bidomînin.”
Endama Komsiyona Malbatên Şehîdan Fatma Tore jî axivî û ev tişt got: “Xem û êşa me zêde ye û nayê pênasekirin. Li pey her şehîdek me dilê me dişewite. Lê belê em bi van êş û xeman mezin bûn. Em bi van êşan hêz bûn. Em minetdarê hemû şehîdên xwe ne. Serê me bilinde û em ê timî bi wan serbilind bin.”
Siyasetmedar Siddik Batur jî axivî û got: “Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hevalên herî nêz ên Rêber Apo bûn. Bêyî ku em wan nas bikin, fêmkirina PKK’ê wê kêm bimîne. Pêvajoya îro hatiye destpêkirin hêjayî ruhê wan e. Em ê bi heqîqeta şehîdan têkoşînê bidomînin.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
LI GELEK NAVENDÊN SWÎSREYÊ SERSAXÎ TÊN QEBÛLKIRIN
Li bajarên Bern, Zurih, Basel, Cenevre, Biel, Aarau, Solothurn, Luzern, Winterthur, St Gallen, Bellinzona, Lozan û St Gallen ên Swîsreyê ji bo Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn sersaxî tên qebûlkirin.
Navnîşanên ku bîranîn lê bên darxistin wiha ne:
Oscar Palace
Maienstrasse 6
2540 Grenchen
Dîrok: 18.05 2025, Yekşem
Saet: 12.00