Li Hambûrgê êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê hate protestokirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê êrîşên li hemberî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û bajarê Qamişloyê hate protestokirin.
ANF
HAMBRÛG
în, 22 avrêlê 2016, 17:45
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê êrîşên li hemberî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û bajarê Qamişloyê hate protestokirin.
Mîtînga ji aliyê PYD Jin Hambûrgê roja Înê saet 16.00’an li semta Altona hate lidarxistin rastî eleqeyek mezin a Kurdistaniyan hat. Di çalakiya ku dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd” û “Bijî Berxwedana Qamişlo” hatin berzkirin de nivîskar Anja Flach axivî, êrîşên hêzên rejîmê û çeteyan şermezar kir.
Flach diyar kir ku agirbesta ji 27’ê Sibatê ve li Sûriyeyê hatî îlankirin, ji destpêkê ve ji aliyê komên çete yên girêdayî AKP û PDK’ê ve têne binpêkirin, got hêzên navneteweyî jî li hember van êrîşên li ser Kurdan çavên xwe digirin.