Dozger mutalaa guhert, tehliye xwest
Dozger mutalaa guhert, ji bo 4 akademîsyenên aştîxwaz tahliyeya şertî xwest.
Dozger mutalaa guhert, ji bo 4 akademîsyenên aştîxwaz tahliyeya şertî xwest.
Akademîsyen Meral Camci ya ji ber danezana aştiyê îmze kir bi girtî tê darizandin, di parastinê de wiha got: “Pêvajoya li bajarên Kurdan diqewime teror e, li vir yê winda dibin mirovên Kurd in. Eger ev mirovana xizmên me bûna, wê parastina mafên jiyanê pîroz bibûya, lê dema mijar dibe Kurd, wisa lê nanêrin. Yê di operasyona paqijkirinê de tê paqijkirin ne toz, gemar e, mirovahî ye. Daxwaza aştiyek mayinde ne sûc e.” Piştî parastinê dozgerê nêrîn diyar kir, destpêkê girtin û piştre jî tehliyeya akademîsyenan xwest.
Rûniştina yekemîn a akademîsyen Esra Mûngan, Meral Camci, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtin danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatin girtin, li “1. Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin. Parastina dawiyê jî akademîsyen Meral Camci kir. Camci diyar kir ku her du danezan heman demê paraznameya wê bi xwe ne, got îdîa û darizandin bê mesnet in. Camci wiha dewam kir: “Di vê pêvajoyê de aştiya civakî girîng e. Meqamê îdîayê bi perspektîfek diyar dixwîne, kes û saziyên xwestin jî bi danezanê re têkîldar kir. Divê ez bersivê bidim vê. Bi xwe danezan baş nexwend. Ji bilî nirxên xwe yên gerdûnî ez ji ti kesî ti talîmatan nastînim. Li hember kuştinên sivîl serî rakirin wezîfeya min e.”
‘DI OPERASYONÊN PAQIJKIRINÊ DE YÊ HAT PAQIJKIRIN MIROVAHÎ YE’
Camci diyar kir ku pêvajoya li bajarên Kurdan wek “terorê” pênase dike, wiha dom kir: “Li vir yê winda dibin mirovên Kurd in. Eger ev mirovana xizmên me bûna, wê parastina mafên jiyanê pîroz bibûya, lê dema mijar dibe Kurd, wisa lê nanêrin. Yê di operasyona paqijkirinê de tê paqijkirin ne toz, gemar e, mirovahî ye. Daxwaza aştiyek mayinde ne sûc e.”
‘AKADEMÎ BÎAT NAKE’
Camci bi bîr xist ku gelek endamên zanîngehan ji kar hatine dûrxistin û derxistin, her wiha got ji ber lêpirsînên dîsîplînê jî bi dehan akademîsyen ji zanîngehan hatine dûrxistin û parastina xwe bi dawî kir: “Ti kes nikare mafê me yê li qadên vekirî perwerdekirina gel ji destên me bigire. Akademî bîat nake. Ti kes nikare mafê me yê fikrandin û afirandinê ji destên me bigire.” Camci destnîşan kir ku danezan ne cihêkar e, lê hevpariyê diparêze û gotinên xwe wiha qedand: “Daxwaza min ji dewleta ku ez hemwelatiyê wê me ew e ku aştiya civakî bixin meriyetê. Em dizanin ku divê ev bi hevpeymanên neteweyî û navneteweyî pêk werin.”
Dozger piştî parastina Camci, nêrîn da ku biryara ji ber sûcên avêtine ser bersûcan, biryara sekinandina dosyayê bê dayîn, ji bo destûrê dosyayê bişînin Wezareta Edaletê, ji ber gûmana reva wan jî girtîbûna wan dewam bike.
Navber dan dozê. Piştre dozger cara duyem nêrîn da ku tahliye bibin.
Rûniştin bi parastina parêzeran dewam dike.
Her wiha, piştî biryarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku heta niha rûmet û heysiyeta akademiyê desteser nekirine û wiha dom kir: “Û me li hundir jî dît ku wê ji vê saetê û şûn de jî nikaribin desteser bikin. Tarîtî hewl didin xwe ber bi tarîtiya hê zêdetir daf bidin, lê em ê ji van tarîtiyan bêzar nebin.”
Li ber edliyeyê ji bo piştgiriya akademîsyenan rawestandina gelek kesan didome.