Li Edeneyê 4 kes hatin girtin

Ji 9 kesên ku li Edeneyê hatibûn binçavkirin, 4 hatin girtin. Ji bo 3 zarokan jî cezayê “hepsa malê” hate dayîn.

5 jê zarok 9 kesên ku duh li Edeneyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî karûbarên li midûriyeta emniyetê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Dozger parvekirinên li ser tora civakî kir hincet, bi daxwaza girtin 9 kes sewqî dadgehê kir. Hakimtiya Lêpirsînê, der heqê Endamê Desteya Dîsîplînê ya HDP’a Edeneyê Mehmet Emîn Zengîn, Diyar Eryilmaz, Agît Yîgît û welatiyekî navê wî nehat zelalkirin de bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” biryara girtinê da.

Ji bo 3 zarokan cezayê “hepsa malê” hate dayîn, 2 zarok jî bi şertê “kontrola edlî” serbest hatin berdan.