Kurê serpelê li Dêrikê hat kuştin Doç. Dr. Bayraktar: Ez aştiyê dixwazim

Doç. Dr. Ûlaş Bayraktar ê bavê xwe serpel Beşîr Bayraktar di çalakiya destpêkê ya PKK'ê de ku wê demê weke 'Apoyî' dihatin askirin winda kir, mora xwe danî binê danezana "Akademîsyenên ji bo Aştiyê".

Bayraktar got, "Eger ev 36 sal in 'leheng' tên afirandin, hingî di nava vê civakê de pirsgirêk heye. Lehenga min dayika min e. Ez ne kurê şehîdekî me, kurê jinebiyekê me. Ez alîgirê aştiyê me."

Hîndekarê Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mersînê Doç. Dr. Ûlaş Bayraktar, ku ji ber mora xwe danî binê danezana bi serenavê "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ya Akademîsyenên ji bo Aştiyê rastî lêpirsînê hat, derket holê ku bavê wî serpel Beşîr Bayraktar li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di çalakiya destpêkê ya çekdarî ya PKK'ê de ku di hingî di sala 1980'î de weke 'Apoyî' dihatin naskirin, jiyana xwe ji dest daye.

Ûlaş Bayraktar ji Cûmhûriyetê re axivî û diyar kir, bandora bavê wî li ser îmzekirina danezanê heye. Bayraktar got, "Di ser re 36 sal der basbûn. Piştî 36 salan îro jî cenazeyê şehîdekî li bajarê me heye. Di navbera gotinên berî 36 salan û yên niha tên bilêvkirin de ti cudahî nîne. Eger ev 36 sal in 'leheng' tên afirandin, hingî di nava vê civakê de pirsgirêk heye. Lehenga min dayika min e. Ez ne kurê şehîdekî me, kurê jinebiyekê me. Ez alîgirê aştiyê me."

Bayraktar destnîşan kir, ku ew alîgirê aştiyê ye û got, "Weke kurekî şehîdekî, ji ber ku min got di vir de şaşîtiyek heye, ez êdî qebûl nakim ku gunehê şehîdên ji niha û pê ve bikeve stuyê min. Wijdan bi me re nema. Mirov hemû hest û aqlê xwe teslîmî meqamên xwe kirine. Rektor ji min re got, 'Çawa dibe ku tu îmze davêje, çawa çêdibe ku tu li kêleka wê rêxistinê ye'. Min jî jê re got, 'ez li cem ti rêxistinê nînim'. Ez alîgirê aştiyê me. Me ji wan re got, 'mamoste welê nekin, gunehê van mirovan wê bikeve stuyê we."

Bayraktar da xuyakirin, ku tevî nerazîbûnên li hemberî wî hatine kirin jî wî ti carî negotiye 'xwezî min îmze navêtibûya'. Akademîsyen Bayraktar got, "Bêedaletiya ez li dij derketim, yek ji mîlyoneke wê hat gihaşt min. Lewma ez vê bêedaletiyê hîs dikim û li dij derdikevim."

'MIN WEKE DOZA XWÎNÊ NEDÎT'

Bayraktar diyar kir ku wî bûyera bi serê wan de hatî weke doza xwînê nedîtiye û got, "Min rojekê ev tişt ji xwendekarên xwe re got: Dibe ku Şehîd Beşîr Bayraktar nemiribe, lê bavê min Beşîr Bayraktar miriye. Û min ev yek ti carî weke doza xwînê nedît. Min negot, 'Heta koka tevgera Kurd bê rakirin ev pêvajo wê dema bike'. Gelo bavê min wê çi bigota? Piştî 36 salan wê jiyaneke ku ji jiyana zarokên xwe bi fikar e bixwasta, yan jî bixwasta zarokên wî, neviyên wî bil dil rehetî bijîn?"

Bayraktar ragihand, ku parka li ser navê bavê wî hat çêkirin, piştî danezanê hatiye xerakirin.