Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê sersaxî hatin qebûlkirin
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kolnê hatin bibîrnaîn û soz hat dayîn ku "Em ê têkoşîna wan civakî bikin."
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kolnê hatin bibîrnaîn û soz hat dayîn ku "Em ê têkoşîna wan civakî bikin."
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Xwişka Riza Altûn Zohre Altûn, biraziyê wî Nurdogan Aydogan û xwişkên Alî Haydar Kaytan Selma û Ferîde Kaytan sersaxî qebûl kirin.
Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, nûnerên DKTM, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, hunermend û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.
Li hola ku merasîma sersaxiyê lê hatin lidarxistin, ala PKK'ê, wêneyê Rêber Apo û wêneyên şehîd Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin daliqandin. Her wiha, hevrê û gelê Kurdistanê hestên xwe li lênûska ji bo her du şehîdan hatibû danîn, nivîsandin.
Sersaxî bi deqeyek rêzgirtina ji bo her du şehîdan ddestpê kir. Piştî rpzgirtinê hevserokên KCDK-E axivîn.
Zubeyde Zumrut sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û got, "Em soz didin ku têkoşîn wan berfirehtir bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên her du hevalan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin."
ZUBEYDE ZUMRUT: CIVAKA TINE DIHAT HESIBANDIN BI WAN RE DERKET SER DIKA DÎROKÊ
Zubeyde Zumrut Kongreya PKK'ê silav kir û diyar kir ku PKK ketiye destpêkeke nû û qadeke têkoşînê û destnîşan kir ku pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kiriye ji bo civaka Kurd û gelên Rojhilata Navîn destpêk û hêviyeke nû ye.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku têkoşîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê gelê Kurd derxist ser dika dîrokê û got, “Me xwe bi wan nas kir. Civakek ku hatibû qedandin, înkarkirin, paşguhkirin û jibîrkirin bi wan derket ser dika dîrokê. Wan bi têkoşîn û jiyana xwe dîrokek nû nivîsand. Ji ber ku wan bi şehadeta heval Hakî Karer dîrokek nû nivîsandin. Rêber Apo û hevalên wî 52 sal in dîrokek nû nivîsandin û civaka Kurd derxistin ser dika dîrokê."
SEVER: EV TÊKOŞÎN WÊ BI WAN RE CIVAKÎ BIBE
Hevserokê DKTM’ê Engîn Sever jî wiha axivî: “Sersaxî ji malbatan û hemû gelê me re dixwazin. Sersaxî ji Rêber Apo re dixwazin. PKK'ê bi kongreya xwe ya nû têkoşîna bi rûmet a 52 salan aniye qonaxeke nû. Hevalên me yên şehîd û hevrêyên wan di pêşengiya berxwedana ku di bin serokatiya PKK'ê de li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên 100 salî têkoşiyan. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna rêxistinekê ye, ev meşa gel a ku çarenûsa xwe ji nû ve binivîse. Damezrandina PKK'ê hêviyek bû. Şehadeta heval Hakî Karer ev têkoşîn veguherand partiyekê. Berxwedana Mazlûm, Kemal Pîr û Hayrî di zindanê de ev têkoşîn veguherand artêşekê. Şehadeta heval Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê vê têkoşînê civakî bike."
ZOHRE ALTÛN: DAYIKA MIN ÇEKA YEKEM JI RIZA RE KIRÎ
Piştre, malbatên Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan axivîn.
Xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn got, "Dema ku Riza 52 sal berê dest bi têkoşînê kir, dayika çeka wî ya yekem jê re kirî. Dayika min digot, ’Tu yê li Kurdistanê şer bikî, ne li Enqereyê. Şerê li Enqerê bi serkeftî bi dawî nabe, tu yê herî Kurdistanê.' Riza çû Kurdistanê. Dema ku ew vegeriya, diya min jê pirsî, ‘Riza, te çend faşîst kuştin?’ Wî ji dayika min re got, ‘Guleyên min qediyane.’ Dayika min got, "Ez ê ji te re gule bikirim, tenê şer bike.’ Li pişt Riza dayika wî, apê wî û bê guman Serok Apo hebûn. Ew bûn aîdî gel, wan 52 salan şer kir. Ger ku îro bi sedan kes serdana me dikin û êşa me parve dikin, ev têkoşîn bûye aîdî wan. Tiştê ku em dikarin ji gelê xwe re bêjin ew e ku xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ewqas şehîd, ewqas berdêl..!”
'SEROK APO RÎSK GIRT, XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKET’
Zohre Altûn diyar kir ku ên ku şerên mezin dikin aştiya mezin çêdikin û bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşînê dekevin û wiha domand: "Hin kes tên cem me û dibêjin; 'Bila aştiya we ser xêrê be.’ Wekî ku tinazê xwe bi me dikin... Bê guman ne wisa ye. Yên ku şerên mezin dikin aştiya mezin çêdikin. Bê guman rîsk hene. Serok Apo rîsk girt. Lê ev pêvajo bû aîdî cîhanê. Dema ku ez diçûm Zindana Amedê, min ji Kemal Pîr re got, 'Kemal, malbat piştgiriyê nadin me.' Kemal got, 'Her çendî ew îro piştgiriyê nedin te jî, wê sibê bi milyonan dakevin qadan.’ Erê, îro bi milyonan hdaketin qadan bi milyonan şer kirin, bi deh hezaran şehîd bûn. Lê ew tovê ku wan çandiye ye. Ew tovê ku ji hêla Mazlûm, Hayrî, Kemal, Rîza, Fûatan ve hatî çandin e. Wan ew tov çandiye. Kes nikare ji me re bêje, 'Bila aştiya we ser xêrê be.’ Têkoşîna me wê hîn mezintir bibe. Şer hêsan e, aştî zehmet e. Di dema pêvajoya aştiyê de, em vê yekê ji gelê xwe re dibêjin; xwedîderketina li têkoşînê derkevin.”
FERÎDE KAYTAN: TÊKOŞÎNA WAN WÊ HÎN MEZINTIR BIBE
Xwişka Kaytan Ferîde Kaytan diyar kir ku Rîza Altûn û Alî Haydar Kaytan hevalên pêşîn ên Rêber Apo bûn û hestên xwe wiha anî ziman: "Ew nemirin e. Vê tevgerê ev peyv qebûl nekir. Têkoşîna wan wê hîn mezintir bibe. Em piştrast in ku em ê rûpela nû bi serketinê tacîdar bikin. Em bi hêza xwe bawer in. Soza ku me daye partî, şehîd û gelê xwe li erdê nehiştiye. Vê tevgerê soza ku daye şehîdan li erdê nehiştiye. Rêber Apo heta niha çi gotiye pêk aniye. Ji ber vê yekê ev gel li pişt wî ye. Bi qasî misqalekê jî paşve gav neavêtiye. Di 12’ê Îlonê de hemû rêxistin têk çûn; tevgera PKKê di 12’ê Îlonê de geş bû. Xelk behsa Zindana Amedê dikin. Berî her tiştî, ez bejna xwe li ber malbatên şehîdan ditewînim. Gelek mirovên bedew tevlî vê tevgerê bûn! Carinan, dema ku di nav malbatê de qala hevalê Fûat dikin, dibêjin ku ew di nav malbatê de pir jîr bû. Ji xwe yên herî jîr wê beşdar bibin. Ji ber vê yekê ev gel baweriya xwe bi wan anî û ji wan hez kir. Xelk li dora wan bûne çeper. Tevgera PKK’ê tevgereke ku tiştê dibêje dike û pêk tîne ye. Ev 7 sal in ez bi vê êşê re li ser piyan dimînim. Tişta ku min li ser piyan dihêle tolhildan e. Soza ku me da şehîdên xwe û Rêberê xwe ez li ser piyan hiştim.”
AYDOGAN: TÊKOŞÎNA 52 SALAN NÎŞAN DA KU BÊ ÇAWA BIJÎN Û TÊBIKOŞIN
Biraziya Riza Altûn û rojnamevan Nurdogan Aydogan, di şexsê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan de Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Têkoşîna wan a 52 salan fêrî me kir ku em çawa têbikoşin û çawa bijîn. Em, wekî malbatên wan li pey wan biçin. Divê kes ji bo wan şînê negire û negirî. Têkoşîna wan divê berfirehtir bibe. Divê her kesên ku dilsozê wan in, xwedî li wan derkevin û têkoşînê mezintir bikin. Ji ber vê yekê em şînê nagirin û nagirîn. Em ti kesî kêfxweş nakin, em soz didin ku em ê têkoşîna wan heta dawiyê bidomînin."
Selma Kaytan jî mafê axaftinê girt û li ser kesayetiya Alî Haydar Kaytan û kûrahiya têkoşîna wî axaftinek kir.
Beşdaran bi dirûşmeya "Şehîd namirin" axaftina malbatan pêşwazî kirin.
Roja yekem a sersaxiyê piştî axaftina yek ji rêveberên Komeleya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman û hunermend Şiyar Munzur helbesta "Ez Mirovek bûm" a Alî Haydar Kaytan xwend, bi dawî bû.
Sersaxiya li DKTM’ê ya Kolnê heta roja Şemiyê vekirî ye. Wê 18’ê Gulanê roja Yekşemê bîranîna girseyî were lidarxistin.