Ciwanan li dijî tecrîdê li Mannheîm û Hambûrgê stant vekirin
Li bajarên Elmanya Mannheîm û Hambûrgê, endamên Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant vekirin.

MANNHEÎM
Bi pêşengiya Ciwanên Azad, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya HBF a Mannheîmê stantek hat vekirin. Li vê stanta bi dehan kes lê amade bûn, rewşa dawî ya siyasî hat vegotin.
Ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê li dora stantê li hev civiyan û mesaj dan ku sîstem wê ti carî nikaribibe Kurdan ji hev cuda bike. Ciwanan destnîşan kirin, ku ew ê li çar parçeyên Kurdistanê li dora Ocalan li hev bicivin.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, stantek ji aliyê ciwanan ve hat vekirin. Li vê stanta li Monckebergê belavokên li ser tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin.
Ji endamên Ciwanên Azad Hambûrgê Şîlan Dep li vir axivî û got, "Li hemberî komkujiya li welêt a li gelê me tê kirin, divê em ciwanên li dîasporayê dijîn rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin û xwedî li têkoşîna xwe ya neteweyî derkevin. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bidome, em ê li her devera lê ne nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin."
Li stantê tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedna Cizîr û Sûrê" hatin qîrîn.