ROJEVA 13'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'e Sibatê ya Rêber Apo wê were şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Dengvedana Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê were şopandin.
Serdanên sersaxiyê û çalakiyên bîranînê yên ji bo endamên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê werin şopandin.
Dûran Kalkan ku di destpêka Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîkirin nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina li afirandina zemînên nû ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji bo biryara li ser bidawîkirina têkoşîna çekdarî di pratîkê de bikeve dewrê divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Em dîrokeke nû dinivîsînin. Bêguman PKK'ê rola xwe lîst. Em ê pêvajoya nû li ser vê mîrateya mezin ava bikin."
Cemîl Bayik anî ziman ku bi qasî coş û kelecana ji damezrandina PKK'ê, di biryara bidawîkirinê de jî ew heman coş û kelecanê werdigire û got, "Eger ez careke din bêm dinyayê, ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas."
Delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê di merasîma sondxwarinê ya komî de soz dan ku wê xwedî li hemû nirxên PKK'ê derkevin.
PKK a ku beriya 47 salan hate avakirin, siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalî ya PKK’ê têk bir. Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li kongreya 12’emîn a PKK’ê xist ku di 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin.