Dayikên Şemiyê: Ji bo zarokên me ne cejn e
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 578'an de hatin cem hev.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 578'an de hatin cem hev.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 578'an de hatin cem hev. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta rewşenbirên Ermenî yên 101 sal berê hatin qetilkirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta kesên di binê çavan de hatine windakirin bipirsin û kujerên wan bên darizandin, di hefteya 578'an de li qada Galatasarayê li hev civiyan. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" vekirin û wêneyên windayan bilind kirin. Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan, wekîlê HDP'ê Garo Paylan, Cîgirê Serokê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dan çalakiya Dayikên Aştiyê.
'JI BO ZAROKÊN ME NE CEJN E'
Dayikan di çalakiyê de bi minasebeta 23'ê Nîsanê 78 zarokên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bibîr anîn û diyar kirin ku zarokên wan cejnê nakin. Di çalakiyê de 250 rewşenbirên Ermenî yên 101 sal berê hat qetilkirin jî hat bibîranin. Ewil xalê zarokê 12 salî Davut Altunkaynak ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de hat qetilkirin Macit Turan axivî û diyar kir ku xwarziyê wî hêj 12 sal bû hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Turan, anî ziman ku iro 23 Nîsane ye, lê ji bo zarokên wan ne cejn e.
Neviyê Ermeniyan Harut Palanciyan ku ji Holandayê hat, diyar kir ku 1,5 milyon Ermenî hatin qetilkirin û ev roj ji bo wan wekî rojek reş tê zanîn. Palanciyan, da zanîn ku ji ber rastî komkujiyê hatine li her derê belav bûne û her hinek li qadekê dijîn.
'KOMKUJIYA 101 SAL BERÊ ÎRO JÎ HEYE'
Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî anî ziman ku komkujiya 101 sal berê li ser wan hat meşandin îro jî berdewam dike.
Piştre xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî xwend û ji dewletê xwest dest ji îstîsmar, kuştin, talankirin, wêrankirin û înkarê berdin.