MLKP û TKP/ML-TÎKKO Qirkirina Ermeniyan şermezar kirin
MLKP/Kurdistan û Fermandariya TKP/ML-TÎKKO Rojava, Qirkirina Ermeniyan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin, ku wê hesab ji AKP a van pêkanînên qirkirinê didomîne bê pirsîn.
MLKP/Kurdistan û Fermandariya TKP/ML-TÎKKO Rojava, Qirkirina Ermeniyan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin, ku wê hesab ji AKP a van pêkanînên qirkirinê didomîne bê pirsîn.
MLKP/Kurdistan û Fermandariya TKP/ML-TÎKKO Rojava bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya MLKP'ê de hat gotin, "Em, yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Ermenî qir kirine û hevkarên wan lenet dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di salvegera 101. a Qirkirina 1915'an de dewleta Tirk a bûrjûva, wehşeta li gelê me ye Ermenî kir, îro li dijî gelê me yê Kurd dimeşîne û hat gotin, "Mîna ku anîn serê gelê me yê Ermenî, îro bedenên jin û mêrên Kurd dişewitînin, cenazeyan li naverastê dihêlin û mirovan ji cih û warên wan dikin. Dewleta Tirk a faşîst a qetlîamker, sûcên nû li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike. Careke din hewl dide gelê Tirk bike hevparê sûcên xwe."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo rûlihevhatina li Qirkirina Ermeniyan, ji bo biratiya wekhev a bi gelê Kurd û qutbûna ji Talat paşayên îro Tayyîp Erdogan û qetlîamkerên mîna wî, divê têkoşîn were xurtkirin.
TKP/ML-TÎKKO: WÊ HESAB BIDE
Fermandariya TKP/ML-TÎKKO Rojava jî bi daxuyaniyekê qirkirina li Ermeniyan hat kirin lenet kir û got, "Dewleta TC wê nikaribe ji dayîna hesabê pêkanînên xwe yên berê û niha bireve. Wê nikaribe ji dayîna hesabê komkujiyên Sêwas-Çorûm-Roboskî, Lice, Soma, Cizîr, Rojava, Pirsûs, Enqereyê bireve. Dewleta Tirk ne tenê li hemberî gelê Ermenî sûc kiriye. Li hemberî gelên Suryanî, Keldanî, Rûm, Kurd, Elewî, li hemberî karker, şoreşger û şervanên azadiyê yên Kurd gelek sûc kiriye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta TC nema dikare polîtîkaya xwe ya durû ya înkarê bidomîne.