Yuksekdag li dijî dîktatoriyayê banga têkoşînê kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktatorî têbikoşin û demokratîk bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktatorî têbikoşin û demokratîk bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktatorî têbikoşin û demokratîk bikin. Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku Elewî bi gelek aliyan ve di bin dorpêç û êrîşan de ne.
Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), 14'emîn Civata Giştî ya Asayî li Park Otelê pêk anî. Gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî kongreyê bû.
'ELEWÎ BI GELEK ALIYAN VE DI BIN DORPÊÇÊ DE NE'
Piştî rêzgirtin û semahê, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan axivî. Kaplan anî ziman ku Elewî bi gelek aliyan ve di bin dorpêç û êrîşan de ne, AKP bi feraseta xwe ya yekperest a neteweperest dixwaze Elewiyan asîmîle bike. Kaplan da zanîn ku desthilatdarî ne tenê Elewiyan, di heman demê de di hemû muxalîfan jî dike hedef. Kaplan got ku Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xelîfe û wateya vî ya siyasî "neo-Osmanî ye", li Kurdistanê bi şer û qatlîamên ku têne kirin, daxwaza 400 parlamenteran bi daxwaza xelîfetiyê ve girêdayî ye.
'JI PÊVAJOEKE ZEHMET RE DERBAS DIBIN'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bal kişand li ser pêvajoyê û anî ziman ku AKP dixwaze komarê bike dîktatorî û ev tişt anî ziman: "Di pêvajoya ku me li pey xwe hişt, cewherê têkoşîna gelan, karkeran û kedkaran têkoşîna komara demokratîk bû. Lê, ji bo vê yekê salên demdirêj tiştek nehat kirin. AKP û Qesr ji bo ku vê komarê bikin dîktatorî çi ji destên wan tê dikin." Yuksekdag anî ziman ku demokratîkkirina komarê îro ji her demê zêdêtir pêwist e û karekî lezgîn e.
Yuksekdaf anî ziman ku divê dewlet hesabên sûcên ku li dijî Elewiyan kirine bide, heta ku komar wekheviya hemû bindestan nas neke wê nebe komar. Ji ber vê yekê jî divê hemû derdor ji bo demokratîkkirina komarê têbikoşin.
Civînê bi axaftinên mêvanan, xwendina raporên xebatê, nîqaşan ve berdewam kir.