Heyeta Îmraliye ya Navneteweyî: Hewldanên me yên ji bo azadiya Ocalan wê bidomin

Heyeta Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku heta Ocalan azad bibe û aştî bê Kurdistanê, xebatên wan ên di vî warî de wê bidomin.

Heyeta Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî 5 rojan bi nûnerên organên Konseya Ewropayê (KE), heyetên welatên endam re hevdîtin pêk anî û semîner lidar xist. Piştî van hemû hewldanan heyetê danezaneke encamê weşand.

Di danezanê de hat gotin, "Hevdîtinên me erênî derbas bûn. Mûxatabên me bi baldarî li me guhdarî kirin. Em di wê baweriyê de ne ku ew jî xwedî heman fikaran e. Xebatên me yên di vî warî de wê bidomin."

Ji Belçîkayê Elly Van Reûsel li ser navê heyetê daxuyanî da ANF'ê û got, "Weke heyet, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û muzakereyê, me her tim bal kişandin ser aştiyê. Lê belê li hemberî van hewldanên me, ji hikûmeta Tirk û Serokwezîr Davûtoglû her dengê şer bilind bû. Vê yekê fikarên me zêde kir. Lewma pêwîstî hîn bêhtir bi kûrbûnê heye. Me ev nêrînên xwe di danezana encamê de jî rave kir. Kurdan Birêz Ocalan weke muzakerevanê sereke destnîşan kiriye. Heta azadiya Birêz Ocalan û aştiya Kurdistanê, em ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Reûsel da xuyakirin, ku li dijî tecrîdê û ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan wan ji Konseya Ewropayê û CPT xwestine bi berpirsyarî rabin.

Di serî de Afrîka Başûr, DYA, Norwêc, Îtalya, Elmanya, Belçîka û Brîtanyayê hewldanên zêdeyî 40 kom û heyetên ji gelek welatan, wê dewam bikin. Li bajarê Strasboûrgê paralelî rûniştinên 18-22'ê Nîsanê yên li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), wê li nava MPKE, CPT, Konseya Ewropa, saziyên navneteweyî û dewletan hevdîtin werin kirin û bal bê kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan.