ROJANE
Hemû Nûçe
-
Enfal, komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û Şêxmeqsûd hatin şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên Elman ên li Bonnê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê çalakiyek lidar xistin. -
Kurdên li Aachenê ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan
Kurdên li bajarê Elmanya Aachenê dijîn, ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan. -
Li Rotterdamê çalakiya ji bo Cizîrê
Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Rotterdamê, bi armanca piştgirîdayîna Cizîrê çalakiyek lidar xist. -
Wêneyên çalakiyên gelên berxwedêr li ber NY tên nîşandan
Wêneyên çalakiyên 5 salên dawî yên gelên ji bo azadiyê li ber xwe didin, li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) tên nîşandan. -
Li Terolarê 5 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin
Li herêma Terolar a Mereşê, piştî gel li dijî kampa ji bo çeteyan tê çêkirin dest bi berxwedanê kir, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinên îro de 5 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin. -
Ciwanên Kurd ên li CPT çalakî lidar xistin tên binçavkirin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Fransa Strasboûrgê li avahiya CPT çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin, bi destwerdana polîsan re tên binçavkirin. -
Ciwanên Kurd li avahiya CPT dest bi çalakiyê kirin
Ciwanên Kurd li dijî çeteyên AKP'ê û tecrîdê, li avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dest bi çalakiya dagirkirinê kirin. Li hemberî dorpêçiya polîsan, ciwanan bang li gel kirin, ku li ber avahiya CPT li bicive. -
Li çar bajaran 7 kes hatin girtin, 11 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, bê navber dewam dikin. Di van operasyonan de li çar bajaran 7 kes hatin girtin, 11 kes jî hatin binçavkirin. -
Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan daxuyaniya li ser Şêxmeqsûd
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, li ser komkujiyên çete û hêzên rejîma Baas li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi taybetî li Şêxmeqsûd dikin, raporek weşand. -
Ji Demîrtaş daxuyaniya li ser 'destnedanê': Sekna me wê bi serbilindî be
"Diz û talankerên pereyê gel didizin û li malên xwe cih nabînin van pereyan lê veşêrin wê xwedî mafê destnedanê be, lê ji ber nêrînên me wê mafê destnedana me rakin. Ev yek ji bo me xelata şerefê ye." -
Di ser Tirkiyeyê re çûn û hatina çeteyan dewam dike
Navenda Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê ya Rûsya diyar kir, ji Tirkiyeyê zêdeyî 150 çete derbasî herêma Lazkiye bûne. -
Li Dûîsbûrgê meşa piştgiriya berxwedana Terolarê
Platforma Piştgiriya Pazarcixê ya Dûîsbûrgê, li dijî kampa ji bo çeteyan li Mereşê tê amadekirin, meşiya. Bi qasî 2.500 kesên beşdarî meşê bûn peymana "Em naxwazin li Pazarcixê ji bo DAIŞ'ê kamp bê çêkirin" dan. -
Malbatên Pirsûsê: Ne zafiyet hevkariya qetlîamê
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkîldarî belgeyên ku hevpariya failên qetlîamên Enqere û Pirsûsê nîşan dide daxuyaniyek da, diyar kir ku belge “ne zafiyeta dewletê, hevkariya wê” nîşan dide. -
Ataş: Gelê Hezexê serî netewand, bi biryar e netewîne
Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş ê li Hezexê lêkolîn kir anî ziman, ku xisareke giran li hemû xaniyên li navçeyê bûye, gel bê elektrîk û bê av hatiye hiştin û bi vî rengî zexta koçberiyê li ser tê ferzkirin. -
Bi dehan kes hatin binçavkirin, 7 kesên din hatin girtin
Li Riha, Stenbol, Wan û Çewlikê gelek kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin. -
Demîrtaş li Osloyê dest bi hevdîtinan kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtinan bike hat paytexta Norwêc Osloyê. -
Obama: Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşketinên girîng hene
Serokê DYA Barack Obama diyar kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşketinên girîng hene. -
Hafen: Ev du sal in cîhanê bi nêrîneke baştir li Kurdan dinêre
Serokê Civata Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Elman Karl Hafen got, "Nêrîna cîhanê ya li Kurdan diguhere. Kurd heta niha li qada navneteweyî weke 'kiryar' dihatin dîtin, lê niha weke 'opfer' -mexdûr tên dîtin." -
Li Enqereyê lihevkirina qirêj a li ser Cerablûs-Ezazê
Maseya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê li Enqereyê civînek lidar xist. Li ser DYA, Tirkiye û PDK'ê hin kes tevlî vê civînê bûn. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî Şêxmeqsûd li bajarê Viyana hatin şermezarkirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi desteka dewleta Tirk û çeteyên AKP'ê tên kirin, ji aliyê kurdan ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin. -
AGÎF'ê ji bo mîtînga piştevaniya girtiyan banga tevlîbûnê kir
AGÎF'ê ji bo mîtînga piştevaniya girtiyên ATÎK'î banga tevlîbûnê kir. -
Ji Elewiyên li Dortmûndê çalakiya standê
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Komeleya Elewiyan standa agahdarkirinê vekir. Çalakiya standê duh destpê kir û wê sibe bi dawî bibe. -
Tevî dijberiya lobiya Tirk jî li Brukselê konferansa Kurd hat lidarxistin
Li Zanîngeha Saînt-Loûîs a Brukselê, bi serenavê "Berxwedan û Femînîzm" li ser berxwedana jinên Kurd konferansek hat lidarxistin. -
Demîrcîgîl a welatparêza li Kîelê jiyana xwe ji dest da
Welatparêz Meryem Demîrcîgîl a li bajarê Kîela Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. -
Li Qibrisê li dijî qetlîaman meşa ber bi saziyên Ewropa
Li Qibrisê qetlîamên li herêmên Kurdan hate protestokirin, ber bi nûnertiyên Fransî û YE ve meş hatin lidarxistin.