Ji şaredariya Palagonîa ya Îtalyayê ji bo Ocalan hemwelatîbûna rûmetî
Şaredariya Palagonîa ya girêdayî herêma Catanîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Şaredariya Palagonîa ya girêdayî herêma Catanîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Şaredariya Palagonîa ya girêdayî herêma Catanîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di merasîma 25’ê Nîsanê ya rastî roja rizgariya Îtalyayê ya faşîzmê hat de Serokê Şaredariya Palagonîa Savatore Valerîo Marletta, encumenên şaredariyê, endamên konseya şaredariyê, şervanê li Îtalyayê li dijî faşîzmê şer kiriye Nîxolo dî Salvo yê 92 salî, ji Buroya Enformasyona Kurd a Îtalya Ozlem Tanrikûlû û xwendekar û mamosteyên lîse û navîn ên bajêr amade bûn.
Şaredariya Palagonîa duh ragihandibû ku wê hemwelatîbûna rûmetî bide Ocalan. Di merasîmê de Serokê Şaredariyê Savatore Valerîo Marletta axivî, got têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê û ya gelê Îtalyayê li hember faşîzmê meşandiye dişibin hev. Marletta diyar kir ku ji ber vê divê li têkoşîna gelê Kurd xwedî bê derketin, wiha dewam kir: “Pêvajoyek pir girîng heye. Hê baş nehatibe fêmkirin jî divê xwedîderketin û piştevaniya gelê Kurd hebe.” Marletta bal kişand ser têkoşîna li Kurdistanê jî wiha axivî: “Ocalan wek rêberê gelekî li navenda vê têkoşînê ye. Tevî li Îmraliyê di nav tecrîdê de ye jî, ji ber têkoşînek mezin raber kiriye em hemwelatîbûna rûmetiyê didinê.”
Serokê Şaredariya Palagonîa daxwaz kir ku ev belgeya hemwelatîbûna rûmetiyê bigihînin Ocalan bi xwe.
Di merasîmê de ji ber li têkoşîna wan a li dijî faşîzmê plaket radestî Nîcolo di Salvo û Buroya Enformasyona Kurd a li Îtalya hate kirin.