Rêze panelên HDK-E li Hambûrgê destpê kir

HDK-E ku ev demeke nîqaş li ser tê kirin, êvara Înê li Zanîngeha Hambûrgê bi panelekê hat nasandin.

HDK-E ku ev demeke nîqaş li ser tê kirin, êvara Înê li Zanîngeha Hambûrgê bi panelekê hat nasandin.

Panel bi serenavê "HDK-Ewropa çi ye? Çima HDK-Ewropa" hat lidarxistin û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Berdevkê Hewldana HDK-Elmanya û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDKP'ê û Rûspiyê Elewiyan Alî Kenanoglû û rojnamevan Îbrahîm Çîçek weke qiseker beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê endama Hewldana HDK-Hambûrgê Naîme Erdem Başaran ve hat birêvebirin.

Erdem Başaran bi zimanên Kurdî, Suryanî, Ermenî, Elmanî û Tirkî silav da beşdaran û bal kişand ser tecrûbeya têkoşîna hevpar a rêxistinbûyînên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê.

Piştî axaftina vekirinê ya Başaran Hevberdevka HDK'e Gulîstan Kiliç Koçyîgît mafê axaftinê wergirt û li ser armanca damezrandina HDK'ê, pêwîstiya pê hat damezrandin û pêkhatiyên wê agahî da. Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku hêzên serdest dixwestin şerê li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, lê belê lil Rojava rastî tevgereke şoreşgerî ya ne li bendê bû hatine û got, "Bi ruhê şoreşgerî yê li Kobanê bi dest hat xistin, şoreşger bi ser ketin. Bi ruhê şoreşgerî yê yekbûyî ve bi ser xistin. Lê li Tirkiyeyê ev ruhê Kobanê bi dest neket. Divê em sedema vê yekê binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin. HDK hevgirtineke stratejîk û meşeke pratîkî ye. Veguherîna vê rewşê ber bi civakîbûnê ye. Sedema hebûna HDK'ê li hev civandina gelan, meşandina têkoşîna hevpar e. Ji bo demokrasî li Tirkiyeyê bi ser keve, HDK xwedî cihekî girîng e."

Berdevkê Hewldana HDK-Elmanya û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç li ser rêbaza rêxistinbûyîna HDK-E û sedema pêwîstiya rêxistinbûyîneke bi vî rengî li Ewropayê, rawestiya. Koç destnîşan kir, sedema bingehîn a rûdana şerê li Rojhilata Navîn netewe dewlet e. Koç da zanîn, divê mirov ji vê modela netewe dewletê rizgar bibin û weke çareseriyê jî bal kişand ser modela neteweya demokratîk.

Li dû Koç endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alî Kenanoglû peyivî û cihê civaka Elewî di nava HDK'ê de, daxwazên HDK'ê yên ji bo Elewiyan û têkiliya HDK-HDP'ê nirxand. Kenanoglû da xuyakirin, ku ew bi xwe di nava HDK'ê de baskê Elewiyan temsîl dike û ev nirxandin kir:

"Dewletê timî ji me re got, 'çi ji we re meseleyên mirovên din, hûn bi xwe ve mijûl bibin'. Em bi vê xapiyan. Li aliyê din nêzîkatiya komên çep û sosyalîst a li hemberî me jî erênî nebû. Lewma şensê li hev kombûnê li holê tinebû. Dewlet têkildarî hemû rêxistinbûyînan xwedî nêrînekê ye û vê yekê timî rojane dike. Di van rojan de saziyên Elewiyan ava dike, ji bo ji Kurdan vegire çi ji dest tê dike. Em Elewî ji ber vê yekê di nav HDK'ê de cih digirin û em ê li dijî vê nêzîkatiyê li ber xwe bidin."

Rojnamevan Îbrahîm Çîçek ê di pêvajoya damezrandina HDK'ê de cih girt, weke qisekerê dawî axivî û diyar kir, aliyê herî qels ê tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyeyê, bi ser nexistina enîbûyîn e. Çîçek tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyeyê dixwaze ji her şoreşê tiştekî hîn bibe, lê qebûl nake ku ji şoreşgerên Kurd tiştekî hîn bibe. Çîçek da xuyakirin, ku tevgera Kurd hêzeke gerîla ya têk naçe afirandiye, nîşan daye ku gelekî têk naçe heye, gelek sazî ava kiriye, lê tevî vê yekê jî hînê xwe negihandiye encamê. Rojnamevan Çîçek destnîşan kir ku bi HDK'ê re tê xwestine niyeke demokratîk a ji temsîla hemû derdoran bê avakirin.

Piştî pirs û bersiva wan, hat ragihandin ku kongreya HDK-Hambûrg wê di 22'ê Gulanê de li Navenda Çanda Elewiyan a li Nobîstorê bê lidarxisitn.

Ev rêze panel wê di 23'ê Nîsanê de li Berlînê, di 24'ê Nîsanê de li Hîldesheîmê, di 25'ê Nîsanê de li Frankfûrtê, di 26'ê Nîsanê de li Stûttgartê û di 9'ê Gulanê de jî li Kolnê dewam bike.

...