BI DÎMEN

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kobanê hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, bi merasîmekî girseyî li Kobanê hatin bibîranîn.

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ya 12’emîn de hatin îlankirin, bi merasîmekî girseyî li Kobanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şehîd Dîcle bi tevlîbûna gelê Kobanê hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê şehîdan hatin hildan.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî. Mihemed diyar kir ku diyar kir ku PKK’ê li her derê ji bo mirovahiyê têkoşînek bêyî hempa meşand û got: “Bi saya şehîdan em îro li vir in. Em deyndarê hemû şehîdên xwe ne.”

Mihemed bal kişand bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û got: “Banga Rêber Apo banga azadî û aştiyê ye. PKK’ê li ser vê bingehê kongreya xwe li dar xist. Bi vê re pêvajoya nû dest pê kir, divê em xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Em weke ciwan heta dawiyê ji bo Aştî û Civaka Demokratîk têbikoşin. Em ê timî li şehîdên xwe derbikevin.”

Piştî axaftinan li dora wêneyê şehîdan find hatin vêxistin. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.