Akademîsyenên tên darizandin: Me bêdengî li rûmeta xwe danenî

Rûniştina yekemîn a 4 akademîsyenên ji bo aştiyê hatin girtin îro destpê kir. Mûzaffer Kaya dest bi parastina xwe kir û got: “Em wek akademîsyenên vî welatî, li welêt ewqas tişt diqewimin, me bêdengî li rûmeta xwe danenî.”

Rûniştina yekemîn a 4 akademîsyenên ji bo aştiyê hatin girtin îro destpê kir. Mûzaffer Kaya dest bi parastina xwe kir û got: “Em wek akademîsyenên vî welatî, li welêt ewqas tişt diqewimin, me bêdengî li rûmeta xwe danenî.”

Rûniştina yekemîn a akademîsyen Esra Mûngan, Meral Camci, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtin danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatin girtin, li “1. Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin.

Li dozê parlamenterên HDP, CHP, gelek nûnerên saziyan û çavdêrên navneteweyî dişopînin.

‘DAXWAZA AŞTIYÊ YA GELAN TÊ DARIZANDIN’

Destpêkê Mûzaffer Kaya dest bi parastinê kir, diyar kir ku bi wan re daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê jî tê darizandin.

Kaya bi bîr xist ku dema danezan dihate nivîsandin hikûmeta vegeriyabû konsepta salên 90’î, destnîşan kir ku di operasyonan de bi sedan sivîl hatine kuştin.

Kaya wiha axivî: “Em wek akademîsyenên vî welatî, li welêt ewqas tişt diqewimin, me bêdengî li rûmeta xwe danenî. Dema otobusa hûn lê siwar hatine bikeve rêyek teng hûn ê mecbûrî ajokar hişyar bikin. Ev danezan ji bo hikûmetê hişyarî û daxwaz in. Me xwest binpêkirinên mafên mirovan ên giran bide rawestandin. Dengê me banga wijdanan e. Gotinek, ‘Êdî Bes e’ ye.”

 ‘EM NE XULAMÊN LI BER DERÎ NE, HEMWELATÎ NE’

Kaya got bi daxuyaniya duyemîn ve hatine sûcdarkirin ku nahêlin akademîsyen îmzeyên xwe bikşînin, wiha domand: “Piştî tehdîd û heqaretên serokkomar hejmara îmzekeran derket 2212 kesan. Em ne xulamên ber deriyê ti xanedanî ne, em hemwelatiyên komarek demokratîk in.”

Akademîsyen Kaya parastina xwe bi dawî kir.