ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ebadî ji bo beşdarî rûniştinê bibe hate parlamentoyê
Rûniştina saet 13:30’an di pêşengtiya Serokatiya Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de destpê kir, Serokwezîr Heyder Ebadî ji bo beşdarî rûniştinê bibe hate parlamentoyê. -
Yuksekdag: Divê gelên Tirkiyeyê bi derewa AKP/Qesrê nexapin
Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî, bal kişand ser êrîşên qirker, got: “Gelên Tirkiyeyê bi gotina ‘welat di xeteriyê de ye’ dixapînin û nahêlin îtîraz bikin. Divê gelên Tirkiyeyê ti carî bi vê derewê nexapin.” -
Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna Ebadî dicive
Serokatiya Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku îro bi tevlîbûna Serokwezîrê Iraqê Ebadî ve wê parlamento bicive. -
Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberî û azadiya Ocalan
Di meşa aştiya ya li Başûrê Afrîkayê de AKP/Qesr hatin protestokirin, peyamên piştevaniya Kurdan hatin dayîn û ji Ocalan re daxwaza azadiyê hate kirin. -
Li Torîno meşa li dijî faşîzmê
Di pîrozbahiyên 25'ê Nîsanê yên li Torîno de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Îngilîstanê 'Kampanya ji Ocalan re Azadî' destpê dike
Li Îngilîstanê bi pêşengiya sendîkayên mezin kampanya bi navê 'Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî' destpê dike. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di çarçoveya kampanyayê de hevdîtin kir. -
‘Em tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin’
Gelek saziyên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kirin. -
Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa?”
Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa” hat li darxistin. Di panelê de bi taybet li ser mîsyona muxalefeta demokratîk hate rawestandin. -
Kurd û Îtalyan li dijî faşîzmê meşiyan
Li bajarên Mîlano û Roma yên Îtalyayê, di 25'ê Nîsanê roja rizgariya ji faşîzmê de bi deh hezaran kes daketin kolanan. -
Prof. Gazî Çaglar: AKP û tifaqa şer, koma têkçûyiyan e
Prof. Çaglar diyar kir, Qesr û desthilatdariya AKP'ê berê xwe daye tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê leşkerî û polîtîk ve û anî ziman, ku vê yekê di bin sîwana AKP'ê de tifaqeke berfireh a şer afirandiye. -
Operasyona li hemberî Ozgur Gelecek: 9 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li malan ên li Stenbolê de 2 jê rojnamevan 9 kes hatin binçavkirin. -
Kaltenbach: Divê li dijî komkujiyên li Kurdistanê civaka navneteweyî seferber bibe
Senatorê Parîsê Phîlîppe Kaltenbach ê bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan ji bo tevlî bîranînan bibe hat Stenbolê, bal kişand ser daxwaza xweseriyê ya Kurdan û destnîşan kir, ku ev daxwaz rewa ye. -
Obama: Divê Ewropa li gel me beşeke ji vî barî rake
Serokê DYA Barack Obama di ziyareta xwe ya roja duyemîn a li bajarê Nannovera Elmanyayê de axivî û diyar kir ku welatên Ewropa di aliyê mudaxeleya DAIŞ’ê û qirîzên herêmên din de divê “Hê zêdetir li peywira xwe rabe.” -
Ersoy hat pêşwazîkirin: Akademî bîat nake
Ji bo akademîsyen Ersoy ê hat berdan, xwendekar û hempîşeyên wî çalakiyeke pêşwazîkirinê lidar xistin. -
Bi tankan operasyonên qirkirina siyasî
Li Colemêrg û Stenbolê hêzên dewleta Tirk avêtin ser malan. -
Li sê herêmên Fransayê kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li herêmên Drancy, Roûen û Creîl ên Fransayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. -
Komkujî û berxwedan 3 rojan li Londonê hatin vegotin
Çalakiya kon a berî sê rojan li paytext Londonê hat vedan, bi dawî bû. -
Li Hîldesheîmê panela 'Çima HDK-Ewropa' hat lidarxistin
Li Hîldesheîmê, li ser xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên li Ewropayê panelek hat lidarxistin. -
Însiyatîf û afirînerî - Selahattîn Erdem
Di serketina berxwedanê xwerêveberiyên xweser ên Cizîr û Surê de hate îspat kirin ku du têgîn dikare vê berxwedanê ber bi zaferê bibe,ev jî Înîsiyatîf û Afirînerî ye! -
Welatiyên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan li Montpellîerê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Montpellîerê, ji bo endamên Asayîşê, YPG'yî û sivîlên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan merasîmek hat lidarxistin. Li vê derê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. -
Kurdan li Elmanya û Awûstûryayê kongreyên xwe pêk anîn
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk tînin. Di kongreyên li Elmanya û Awûstûryayê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê hat kirin. -
Jina li Kîlîsê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Fadil Emîn a Sûriyeyî ya 23 salî, ku ji ber êrîşa bi roketan a çeteyên DAIŞ'ê duh bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li gelek bajaran kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. -
Ji bo gerîlayê HPG'ê Orûç li Dragûîgnanê serdanên sersaxiyê
Ji bo yek ji 8 gerîlayên HPG'ê yên di 15'ê Nîsanê de li navçeya Amed Farqînê di şer de jiyana xwe ji dest dan Ensar Orûç (Serhildan Xinis) li Dragûîgnanê serdanên sersaxiyê hatin kirin. -
Li Viyanayê civîna li ser TŞYG
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li ser Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) civînek hat lidarxistin.