Li Londra û Baselê tecrîd hat şermezarkirin, berxwedana YPS’ê hat silavkirin
Ciwanên Kurd, li Basel û Londrayê tencrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê protesto kirin, berxwedan jî silav kirin.
Ciwanên Kurd, li Basel û Londrayê tencrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê protesto kirin, berxwedan jî silav kirin.
Ciwanên Kurd, li Basel û Londrayê tencrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê protesto kirin, berxwedan jî silav kirin.
BASEL
Ciwanên Kurd ên li bajarê Basel ê Swîsreyê, têkildarî tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê ya li dijî bajarên Kurdistanê, konê agahdarkirinê vekirin. Di çalakiya kon ê ku li Navenda Calraplatzê hate danîn de, 300 belavok hatin belavkirin.
Ciwanên Kurd diyar kirin ku kon bi armanca agahdarkirina cîhanê ya têkîldarî polîtîkayên êrîşkarî û wehşeta li hember gelê Kurd tê meşandin hatiye vedan. Welatiyên Swîsreyî eleqeyek mezin nîşanî çalakiya ciwanan dan. Di çalakiya kon de pankarta bi wêneyê Serokkomarê Tirk Erdogan a bi nivîsa “Hûn qatilê zarokên me nas dikin” hate vekirin.
Ciwanan, daxuyanî wiha da: “Heta ku Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad nebe, heta dewleta Tirk a qetlîamker, faşîst û Erdogan ê diktator ji Kurdistanê neqere, wê çalakiyên me yên bi vî awayî berdewam bikin; heta em ê hê zêdetir jî bikin. Rêbertiyek azad pêşerojeke azad dide afirandin.”
LI LONDRAYÊ ÇALAKIYA KON A 3 ROJAN
Endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Londra ya Îngilistanê kom bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, êrîşên li hember Kurdistanê jî protesto kirin. Roja yekem a çalakiya kon li Stasyona Manor Hoûse hate lidarxistin. Di kon de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, KJK û Ciwanên Azad hatin daliqandin.
Ciwanan wiha gotin: “Li dijî kirîmînalîzekirinê û hewldanên qedexekirinê em ê li her derê ala xwe û posterên Rêbertiya xwe bilind bikin.” Ciwanan berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê jî silav kirin. Tevî rewşa hewaya xirap jî ciwanan bi biryardarî çalakiya kon dewam kirin. Di çalakiya kon de belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin, eleqeya gelên li Îngilistanê ya ji bo çalakiyê bal kişand.
Wê çalakî roja 24’ê Nîsanê roja Yekşemê saet 17:00’an bi mîtîngekê bi dawî bibe.