Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), li ser rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP'ê, ku weke hewldana tasfiyeyê tê dîtin, civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Daxuyaniya hevpar li Navenda Giştî ya ÎHD'ê ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ve hat dayîn. Turkdogan bibîr xist, ku AKP dixwaze bi tenê ji bo carekê destnedana parlamenterên li hemberî wan fezleke hene rake û diyar kir, MHP û CHP bi destekkirina ve pêşniyarê re tevlî tifaqê bûne.
Turkdogan rakirina destnedana parlamenterên DEP'ê di 2'ê Adara 1994'an de bibîr xist û got, "Binçavkirin û girtina wê demê, di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de rê li ber şikestin û travmeyekê vekir." Turkdogan da xuyakirin ku serlêdana Selîm Sadak û parlamenterên din ên hingî hatin girtin ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat nirxandin û DMME di mijara rakirina destnedanê û girtina parlamenterên DEP'ê de Tirkiye mehkûm kiriye.
HIŞYARIYA 'WÊ ŞER GIRANTIR BIBE'
Turkdogan hişyarî da û destnîşan kir, eger destnedana HDP'yiyan bê rakirin wê şerê ji ber pirsgirêka Kurd rû daye, girantir bibe. Turkdogan got, "Rakirina mafê destnedanê ji mijareke hiqûqî wêdetir di heman demê de mijareke siyasî ye. Ev yek wê bibe darbeyeke siyasî li hemberî vîna çareseriyê. Şer bi destwerdanên bi vî rengî yên li dijî hiqûqê re çareser nabe. Şer, bi berfirehkirina sînorê azadiyan, bi diyalog, siyaset û însiyatîfê ji holê radibe."
Serokê Giştî yê ÎHD'ê binçavkirin, zîndanîkirin û dûrxistina ji kar a Şaredariyên DBP'yî bibîr xist û diyar kir, dixwazin vê rêveçûnê bi rakirina destnedana parlamentên HDP'yî temam bikin.
BANG LI CHP'Ê HAT KIRIN
Turkdogan bang li CHP'ê jî kir ku li hemberî pêşniyara AKP'ê ya bi feraseta dewleteke polîs Tirkiyeyê bi rê ve dibe, derkeve û ji bo gotina, "Bila CHP'yî hemû amade bin bikevin girtîgehê" ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû got, "Em naxwazin hîn bêhtir mirov bikevin girtîgehê. Em dixwazin mirovên ji ber nêrînên xwe girtî ne azad bikin. Bi vî rengî em dikarin têkoşîna demokrasiyê bimeşînin."
Ozgurk Turkdogan got, "Em bi taybetî dixwazin bêjin ku divê Serokê Giştî yê CHP'ê vê helwesta xwe ya şaş biterikîne."