Li Kîlîsê 2 kes mirin, 4 jî birîndar bûn

Dîsa DAIŞ’ê ji herêma Bab a di bin kontrola xwe de roket avêt Kîlîsê, li navenda bajêr gelek kes birîndar bûn.

Dîsa DAIŞ’ê ji herêma Bab a di bin kontrola xwe de  roket avêt Kîlîsê, li navenda bajêr gelek kes birîndar bûn.

Ji bajarê Bab ê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de dîsa roket avêtin Kîlîsê. Gelê Kîlîsê heman rojê rastî du êrîşên bi roketan hatin.

Ev hefteyeke roket tên avêtin, vê carê jî li jiyangeha sivîl ket. Roketên îro hatine avêtin gihişt 5’an, 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Ji ber roketên rojên dawî li bajêr ketin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihiştibû 12’an.