Girtiyê nexweş Soydan Akay serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 32 sal in girtî ye û çar caran berdana wî hat astengkirin, serbest hat berdan.

Her çendî Akay di sala 2023’an de mafê berdana bi şert hebû jî, berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve çar caran hat paşxistin. Kansera prostat, romatoîd, hepatît B, tansiyona bilind û nexweşiya dil bi Akay re hene. Akay di meha Adarê de heft caran rakirin nexweşxaneyê û her çiqasî di meha Nîsanê de krîza dil derbas kiribû jî, bi gotina ku “tansiyona wî daketiye” agahî nedan.

Hate zanîn ku Akay ji Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê ya li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê hatiye tahliyekirin.