Tirkiyeyê her tim pesnê xwe daye ku li cîhanê welatê yekemîn e cejnek diyarî zarokan kiriye û timî bal kişandiye ser 'qîmetê' dide zarokan. Lê belê ji aliyê mafên zarokan ve rewşa Tirkiyeyê qet nebaş e.
Eger hûn, zarokên di emrekî biçûk de dixebitin, destavêtin û êrîşa zayendî lê hatiye kirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, nikarin biçin dibistanê û li derya Egeyê dixeniqin nebînin û nebihîzin, bêguman hûnê di 23'ê Nîsanê de karibin kêfxweş bin.
Ji bo mirov fêm bike bê li Tirkiyeyê mafên zarokan çiqasî girîng tê dîtin û tên çi wateyê, mirov bala xwe bidin daneyên ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine eşkerekirin, têrê dike.
Li Tirkiyeyê 16 mîlyon malbatên xizan li Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) qeydkirî ne. Ji sedî 44,3 ê malbatên xizan, xwedî zarokan e. Yek ji her sê zarokên li Tirkiyeyê di nava malbatên ji aliyê madî ve xizan in, dijîn. Ji sedî 40 ê zêdeyî 7 mîlyon zarokên xizan, nikarin pêdiviya xwe ya bi proteîn ji goşt, mirîsk an jî masiyan peyda bikin.
'HERÎ KÊM 900 HEZAR KARKERÊN ZAROK HENE'
Li gorî daneyên TUÎK'ê, li yek ji pirsgirêkên giran ên têkildarî zarokan, karkeriya zarokan e. Li gorî daneyên sala 2012'an ên TUÎK'ê, li vî welatî di navbera 6-17 salî de bi qasî 900 zarok weke karkeran dixebitin. Zarokên dixebitin herî zêde di sektora çandiniyê de ne. Ji sedî 49,8 ê zarokên dixebitin dibistana xwe dewam dikin, ji sedî 50,2 nikarin dewam bikin.
UNICEF'ê li welatên endamê Rêxisitna Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) wekheviya firsendê ya di nava zarokan de lêkolîn kir. Li 35 welatan di navbera zarokên di beşên cuda yên aboriyê de cih digirin, newekheviya hatine, perwerde, tenduristî û jiyanê hat tespîtkirin. Li gorî vê welatê herî zêde newekhevî lê heye Îsraîl e. Îsraîl di rêza 35. yanî rêza herî dawî ya lîstyeê de cih digire. Tirkiye di vî warî de rêzek li binê Îsraîlê yanî di rêza 34. de ye.
'DANEYÊN LI SER ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ ZÊDE NE'
Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên zarok pê re rû bi rû ne, îstîsmara zayendî ye. Li gorî qeydên fermî, 650 bûyerên îstîsmarkirina zayendî ya li hemberî zarokan gihaştin ber destê Saziya Tipa Edlî. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di sala 2014'an de li Tirkiyeyê 40 hezar 'odza destdirêjiya li zarokan' hat vekirin. Ji van 24 hezar 285 biryar derketin. Dozên bi mehkûmiyetê bi encam bû jî 13 hezar 968 e.
ZEWACA DI EMREKÎ BIÇÛK DE ZÊDE DIBE
Yek ji girîngtirîn pirsgirêkên li Tirkiyeyê bûkên di emrekî zarokatiyê de ye. Di dema hikûmeta AKP'ê de bi guhertina sîstema perwerdeyê re hejmara bûkên zarok jî zêde bû. Di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de emrê zewacê 18 ye. Di navbera salên 2010-2015'an de 232 hezar zarok bi zorê hatin zewicandin. Dema yên li derveyî qeydan hatine zewicandin bên nirxandin, hingî derdikeve holê ku ev hejmar gelekî zêdetir e.
DI NAVA 8 MEHAN DE HERÎ KÊM 80 ZAROK HATIN QETILKIRIN
"Qedexeya derketina derve" ya li bajarên Kurdistanê hat ragihandin û şerê piştî vê qedexeyê dijwar bû, herî zêde bandor li zarokan kir. Di rapora ÎHD'ê ya par de bi giştî 81 zarokan ji ber şerê çekdarî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji Tebaxa 2015'an dema ragihandin "qedexeya derketina derve" û heta 20'ê Nîsana 2016'an 78 zarok hatine qetilkirin.
YEK JI CIHÊN HERÎ ZÊDE PIRSGIRÊK LÊ HEYE, GIRTÎGEH E
Yek ji cihên ku herî zêde li wê derê şîdet û îstîsmara zayendî li zarokan tê kirin girtîgeh e. Li gorî daneyên sala 2015'an ên Wezareta Edaletê, 661 jê hikumxwar, 1.641 jê girtî bi giştî 2 hezar 302 zarok di girtîgehê de ne. Hejmara pitikên neçar dimînin tevî dayikên xwe yên girtî li girtîgehê bimînin 600 e. Li gorî raporan, bi tenê di nava sala 2015'an de 479 zarok hatine binçavkirin, ji van 92 jê hatin girtin. 38 zarok li binê çavan, 27 jî li girtîgehê rastî îşkenceyê hatin.
91 ZAROK XENIQÎN
Li gorî xebateke UNICEF'ê ya bi navê "Li Tirkiyeyê Zarokên Sûriyeyî" ya di Cotmeha 2015'an de hat weşandin, li Tirkiyeyê 1 mîlyon 123 hezar 180 zarokên penaber ên qeydkirî li Tirkiyeyê hene. Ji 600 hezar zarokên di emrê xwendinê de ne, 385 hezar zarok nikarin biçin dibistanê. Di nava sala 2015'an de li derya derdora Tiriyeyê 91 zarok xeniqîn, jiyana xwe ji dest dan.
MAFÊ PERWERDEYÊ JI DEST HAT GIRTIN
Li aliyê din "qedexeya derketina derve mafê perwerdeyê yê zarokan asteng dike. Li gorî vê yekê bi tenê li herêmên qedexe li wan hat ragihandin bi biştî li 1.317 dibistanan 325 hezar 47 xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar man. Bi hezaran xwendekar bi sîstema perwerdeya li cihekî din neçar man her roj bi kîlometreyan bimeşin ji bo perwerdeyê bibînin. Lewm navbera dan perwerdeyê.